Têkoşîna jinên sendîkavan

Jinên di nav sendîkayê de gelek caran şahidên zext û bêdengiyê ne ku di paş dîwarên bilind ên sektora taybet de tê veşartin. Komîteyên jinan niha li qada ne û têkoşînek dimeşînin da ku vê rastiya dijwar a ku jinên karker pê re rû bi rû ne biguherînin.

HÊVÎ SALAH

Silêmanî – Dema ku tîrêjên rojê ji pencereyên piçûk ên atolyeyan derbas dibin, di nav dengê bilind ê makîneyan û dijwarîya xebatê de, komek jin têne dîtin ku cilên guncaw ji bo qadê li xwe kirine û nasnameyên sendîkayê di stûyê xwe de hilgirtine. Ew ne tenê mêvan in; ew pir caran çavdêrên zilm û bêdengiya li pişt dîwarên bilind ên sektora taybet in. Komîteyên jinan ên di nav sendîkayên karker de ji bo ku ev êşa jinên karker pêre rûbirû ne veguherînin di qadê de pêşengtiya vê têkoşînê dikin.

Jinên ku di van komîteyan de dixebitin dibêjin ku di her serdanekê wan de çîrokek cuda re rûbirû tên. Endamek yê komtiyê dibêje: “Em li vir in ji ber ku em dixwazin bibin dengê jinên ku ji tirsa windakirina debara xwe nikarin mafên xwe bi kar bînin. Em pir caran dibînin ku demjimêrên xebatê ji sînorên qanûnî derbas dibin û jîngeha xebatê ji bo tenduristiya jinan ne guncaw e.” Ev gotin nîşan didin ku erkê komîteyan ne tenê nivîsandina raporan e, lê di heman demê de têkoşîna li dijî van neheqiyan e jî.

Ji aliyekî din ve, karkerek jin ku bi komîteyê re pêywendiyê daniye bi awayekê hestiyarî ji bo rewşa xwe wiha dibêje: “Hatina vê komîteyê ji bo me hêviyeke. Ji ber ku berê, kesî ji me nepirsî ka sîgortaya me heye an jî rewşa mûçeyên me çi ye. Ji bo ku em li ser xwe tu çewsandinê nebînin û nekevin nava tu şermê de pêwîstiya me alîkariyekê qanûnî heye. Ev gotin eşkere dike ku di navbera qanûn û sepandina de valahiyek mezin heye; ev valahiya heyî encex bi serlêdanên qadêre were tijî kirin.

Ji ber binpêkirinên mafên karkeran zêdebû lewra giliyên karkeran pêşketin. Ev kampanyaya berfireh ya sendîqayê jî li ser vê bingehê pêşket. Di vî warî de, jin gelek caran ji ber pêdiviyên darayî dibin qurbanê pirsgirêkên wekî newekheviya mûçeyan, nebûna destûra dayiktiyê û heta ewlehiya nebaş ya di cihê kar de. Komîteyên jinan êdî ne tenê çavdêr in, di heman demê de wekî komeke bi hêz tevdigerin da ku kardêran neçar bikin ku li gorî qanûnên kedê tevbigerin; bi vê awayî mafê karkeran yê mirovî ji bo karê zêde neyê feda kirin.

Nûnerê Sendîkayê ya di rêveberiya ewlehiya civakî de, cihê xwe digre Şîno Omer Hesen wiha dibêje: “Ez ji sala 2007’an ve di sendîkayê de dixebitim. Her roj em bi mufetîşan re diçin cihên kar û bi berdewamî pirsgirêkên karkeran dişopînin û hewl didin çareser bikin. Em li ser demjimêrên kar û mûçeyan pirsan dipirsin; li gorî qanûnê, divê ew rojane 8 demjimêran bixebitin û herî kêm 450,000 dînarên Iraqî werbigirin. Ger ew ji 8 demjimêran zêdetir bixebitin, divê ew mûçeya zêde werbigirin.”

Şîno qala şêweyê xebatên xwe kirin û wiha got: “Em bi taybetî rewşa jinan lêkolîn dikin; gelo kardêr rêz li mafên wan digirin an jî wan îstismar dikin? Ger pirsgirêkek hebe, em raporek amade dikin û dişopînin. Ger çareser nebe, doz tê vekirin. Lêbelê, pêvajo carinan pir dirêj digire; ji ber ku li Silêmaniyê tenê yek dadwerê kar heye, doz dikarin 1-2 salan bidomin.”

‘Di komîteyan de bandoriya jinan’

Şîno Omer Hesen dibêje: “Dema ku me di destpêka salên 2000’an de serdana cihên kar kir, em rastî berxwedanek mezin hatin, lê niha rewş hinekî çêtir e. Digel vê yekê, hin kardêr rê li ber karê me digirin û carinan nakokî derdikevin. Di hin rewşan de, heta êrîş li ser mufetîşan jî hene."

Ew mînakekê da û got: “Li cihekî kar, derî ji derve ve kilîtkirî bû, lê karker di hundir de dixebitî. Em ji pencereyê ketin hundir û herî kêm em 15 karkeran re axivîn. Hin jinan gotin ku ew şeş meh an jî salek li wir dixebitin, lê kardêr îdia kir ku wan tenê di meha Remezanê de xebitîne. Ev rewş têne rapor kirin û şopandin."

Wê got di komîteyan de cîh girtin û amadebûyîna jinan gelek girînge û bi vê awayî gotinên xwe domand: “Ji ber ku xebatkarên jin xwe rehettir hîs dikin ku bi me re diaxivin û dikarin bê tirs pirsgirêkên xwe bînin ziman.”

"Mafên karkeran”

Endamê Komîteyê Gulan Hama Toqif dibêje: “"Em her roj diçin nav karkeran û wan li ser maf û berpirsiyariyên wan agahdar dikin. Jin di vê xebatê de roleke pir girîng û bi bandor dilîzin. Li hin cihên kar, karkerên jin rastî tacîz û muameleya xirab tên; em li pey pirsgirêkên wan dikevin û hewl didin ku wan çareser bikin.

Gulan di nava gotinên xwe de li ser ewlehiya pêşeroja karkeran radiweste û dibêje: “Karker sedî 5 mûçeyên xwe didin û kardêr jî sedî 12ê didin. Jin dikarin piştî herî kêm 20 sal xizmetê û di 55 saliya xwe de teqawid bibin, lê mêr dikarin piştî 20 sal xizmetê û di 60 saliya xwe de teqawid bibin.”

Di dawiya gotinên xwe de pêyamên bi vê awayî da: “Em ji her kesê ku di sektora taybet de dixebite dixwazin ku hişyariya xwe bilind bikin û nehêlin mafên wan werin binpêkirin. Weke karmendên giştî mafê we jî yê teqawîdbûnê heye.”