Têkoşîna jinan di bin sîwana Kongra Star de 20 sal in didome
Bi boneya 20’emîn salvegera damezrandina Kongra Star jinan li Kobanê daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku ew ê têkoşîna 20 salan a di bin sîwana Kongra Star de bihêztir û xurtir bikin.
Kobanê – Di 15’yê Çileya 2025’an de li Rojavayê Kurdistanê jin di bin sîwana Yekîtiya Star de xwe birêxistin kirin. Piştî 9 salên li ser xebatên veşartî yên di bin rejîma Baasê de, bi pêl dayîna Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25’ê Sibata 2016’an de bi navê Kongra Star rêwitiya jinan a ji bo azadiyê dewam kir. Kongra Star a li ser 13 komîteyan xwe birêxistin dike ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemu jinên ji pêkhateyên cûda yên herêmê dibe cihê xwe birêxistinkirinê.
Bi boneya 20’emîn salvegera damezrandina Kongra Star jinan li Kobanê daxuyanî dan. Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku ew ê têkoşîna 20 salan a di bin sîwana Kongra Star de bihêztir û xurtir bikin û Jin Jiyan Azadî di her warê de jiyanî bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jîyan Azadî dawî" bû.