Têkoşîna hevpar a di navbera tevgerên jinan û partiyên siyasî yên Mexrîbê de
Tevgerên jinan ên li Mexrîbê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a bi siyasetmedaran re di diyarkirina qanûn û polîtîkayan de û diyar kirin ku li gel destkeftiyên bi dest ketine wê zêdetir ji bo wekheviya zayendî têbikoşin.
HANAN HARET
Mexrîb – Tevgerên jinan û parêzvanên mafên jinan li Mexrîbê di wê baweriyê de ne ku hevrêziya bi aktorên siyasî re ji bo bidestxistina guhertinan ji bo bidestxistina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan pêwîst e. Dibêjin ev rewş ji bo qanûnên ku li Meclîsê bên pejirandin krîtîk e.
Pêşketina avahiya civaka sivîl a li Mexrîbê bûye sedema derketina tevgereke jinan a bi hêz û serbixwe. Ev tevger di aliyên siyasî û hiqûqî de bi kampanyayên hişyariyê, çalakiyên herêmî û pêşniyarkirina qanûnên alternatîf ji bo îfadekirina daxwazên xwe tevdigere. Her wiha raporan amade dikin û daxwazên xwe pêşkêşî saziyên pêwendîdar dikin.
Çalakvana siyasî û seroka Foruma Wekheviyê Şerfat Efîlal a ku derbarê mijarê de em pê re axivîn got ku lihevkirin û dirêjahiya zagon û dîrokî di navbera partiyên siyasî û tevgerên jinan de heye û wiha got: "Partiyên siyasî weke pêkhateyekê ji pêkhateyên tevgera jinan in. Bi riya endamên xwe yên jin di hundirê partiyan de bicih dibin."
Şerfat Efîlal axaftina xwe wiha domand: "Tevî têkiliya di navbera tevgerên jinan û partiyên siyasî de lê belê qutbûneke mezin di navbera komeleyên jinan û partiyên siyasî de hene Ji ber daxwaz tê kirin rewşa jinan were guhertin û ev partî jî nîqaşên sazkirina zagona malbatê di hundirê saziyên hilbijartî girt ser xwe. Tevgerên jinan di hin mijaran de gelekî li pêş in û dikarin bidin û bistînin di demekê de ku partiyên siyasî ber bi zimanê diplomasiyê ve diçin. Ji ber di hundirê saziyên hilbijartî de divê tu mêzênên hêzan û danûstandina hilbijartî li ber çavan derbas bike. Ev yek dihêle zimanê gotarê di navbera van pêkhateyan de cuda be lê armanc yek be."
‘Aktîvîst rolekê di vê guhertinê de dilîzin’
Şerfat Efîlal derbarê rola siyasî di doza parastina mafên jinan de jî wiha got: "Hin kes belav dikin ku partiyên siyasî ti têkiliya wan bi sazkirin an jî guhertina rewşa jinan tune ye. Lê belê divê em hemû zanibin ku rola wan gelekî girîng e û divê herdem di projeyên guhertinan de amade bin. Aktîvîstên siyasî ew in yên biryara projeyên tevgerên jinan didin. Ji ber ew in yên projeyê hildidin û parastina wê di hundirê lûtkeya parlementoyê dikin û paşê deng didin. Mexribê xwe dispêre demokrasîbûnê weke perespektîfekê ji bo meşandinê. Divê em itîraf bikin ku aktîvîst rolekê di vê guhertinê de dilîzin. Em li bende biryara padîşahî ji bo zagona malbatê ne û em bi hêvî ne li gor rastiya rojane ya jinan û pêşketinên Mexribê li ser asta zagonî aborî çandî û guhertinên civakî be. Divê karê partiyan û tevgerên jinan bi koordîne bin."
‘Girîng e ku karê hevbeş di navbera pêkhateyên tevgera jinan û partiyên siyasî de hebin’
Şerfat Efîlal teqezî li ser girîngiya derbaskirina hemû gotarên paşketî ji bo karê jinan kir û wiha domand: "Tişta tê xwestin ne paşguhkirina wan dengan e lê belê derbaskirina wan û berdewamkirina daxwaza xwe di hundirê parlementoyê de heta şer dewam bike ji bo rûbirûbûyîna li hember pêlên teqalîdan ên li dijî wekheviyê û mafên jinan. Girîng e awayên karê hevbeş û koordînayetiya di navbera pêkhateyên tevgera jinan û partiyên siyasî de hebin ji bo li hember hemû zehmetiyên li pêşiya daxwazên rewa yên jinên Mexribê de bisekinin."
‘Em li bende derketina zagoneke malbatê ya nû ne’
Çalakvana Hiqûqî û cîgira seroka Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Atîfe Temcerdîn jî got: "Tevgera jinan tevgereke serbixwe ye û herdem parastina serxwebûna xwe dike. Lê belê karê wê di hundirê karê siyasî û demokratîk de ye. Em weke tevgerên jinan daxwazên xwe pêşkêşî aktîvîstên siyasî dikin. Ji bo projeya em daxwaz dikin bigrin ser xwe ji ber saziya zagonî dê rola wê di derbaskirina zagonên pêşinyarkirî de hebin. Bi taybet em li bende derketina zagoneke malbatê ya nû ne. Cîgirên jin û mêr di parlementoyê de yên baweriya wan bi doza jinan heye bandorek wan û karîna wan a birina zagona malbatê ber bi aliyê wekhevî û edaleta di navbera herdû zayendan de heye."
‘Tevgera jinan pêşxistina rewşa jinên Mexribê de pêk bîne’
Atîfe Temcerdîn diyar kir ku aktîvîstên siyasî hene ji hemû alî û îdyolojiyan ve pişta wan digrin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû keda xwe didin ji bo bibin beşek ji proseya çêkirina biryarê. Tevgera jinan partî û sektorên jinan û sendîkayan ber xwe ve birin ji bo helwesteke erênî û piştgirî di derbarê guhertina zagona malbatê de bigrin. Tevgera jinan hêzeke xwe ya taybet û cuda heye û dikare daxwazên stratejîk girêdayî pêşxistina rewşa jinên Mexribê de pêk bîne. Çi çalakiya Hiqûqî hebe di dawiyê de girêdayî karê siyasî ye."
‘Divê girîngî ji rewşa jinan re bê dayîn’
Di dawiya axaftina xwe de Atîfe Temcerdîn bang kir ku girîngî bi rewşa jinan hebe bi taybet jinên temenê wan mezin û xwedî pêdiviyên taybet û wiha got: "Em parastina jinan di hemû rewşan de dikin. Di nav de jinên temen mezin û xwedî pêdiviyên taybet jî. Rewşa aborî ya vê beşa jinan lawaztir dibe. Tevî xurtkirina aborî ya jinan jî lê belê heta niha rêjeya jinên xwedî aboriyek serbixwe tune ye."