Têkoşîna "Edaletê" di roja 334'an de ye: Em ê bi ser bikevin

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku 334 roj in nobeta xwe ya ‘Edaletê’ didomînin, wiha gotin:” Em mafdar in. Li dijî zilmê dê edalet bi ser keve. Em ê bi ser kevin”

Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 334’an de berdewam dike..
Malbata ku ji ber dawiya hefteyê edliye girtiyê nobet li mala xwe berdewam dikin, li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Li Rihayê kî bihêz be, edalet jî tenê bo wan heye. Yên mafdar jî tenê dema li ber xwe didin digihijin heqê xwe. Em mafdar in. Li dijî zilmê dê edalet bi ser keve. Em ê bi ser kevin.”