Têkoşîna "edaletê" di roja 314'an de ye
Malbata Şenyaşar a ku derbarê di roja 314'an a nobeta “edaletê” de peyam weşand û got, “Divê hê çend roj an jî sal bê qîrkirin 'Edalet'.”
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 314’an de ye. Malbat, ji ber ku îro dawiya hefteyê de çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbatê, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyayê de hesabên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Yekemîn Serokê Daîreya Lijneya Dozger û Dadgeran Halîl Koç û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan etîket kir û ev peyam parve kir: “Dayika ku ji bo edaletê bûye sembol; ji bo malbata xwe ya ku li nexweşxaneyê hat kuştin û kurê xwe yê li hucreya yekkesî tê girtin, divê hê çend roj an jî sal bê qîrkirin 'edalet'.”