Têkoşîna “edaletê” di roja 307’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 307 roj in bi daxwaza 'edaletê' çalakiya xwe ya didomînin, wiha gotin, “Kesên komkujiyê pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne, em tenê daxwaza edaletê dikin.”

 
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 307’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar a ku ji ber dawiya hefteyê çalakiya xwe li malê didomînin, li ser hesabê xwe yê medyayê wêneyê malbata Gulistan Dokû ya ku 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê windabû, li ber Edliyeya Dersimê nobeta edaletê digre parve kir û li ser parvekirinê ev şîrove kir: “Em ne heqaretê li kesekî dikin ne jî gel sewqî kîn û nefetê dikin. Tenê em dixwazin dengê xwe bigihînin rayedaran. Dev ji parastina serdestan berdin! Kesên komkujiyê pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne, em tenê daxwaza edaletê dikin.”