Têkoşîna “edaletê di roja 253’an de ye
Têkoşîna “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî û kurtek wê jî di girtîgehê de ne li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 253’an de dewam dike.
Riha – Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî wek her sibehê vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û di roja 253’yemîn de dest bi çalakiyê kir.
Malbatê li hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kir û ev peyam parve kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê her kesî 3 kes hatin înfazkirin. 3 sal 5 meh tu doz tune! Kujer serbest in. Dozger dayika ku li ber deriyê edliyeyê li edaletê digere didarizîne. Bersûc: Dayik e. Muştekî: Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz e. Mexdûr: Suleyman. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê li ku ye?"