Têkoşîna edaletê 388 roj in dewam dike

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, 388 roj in bê navber didome.

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, 388 roj in bê navber didome.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 388’ande berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 386’an çalakiya xwe de, di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin. 

Dayik û kurê wê di navbera saetên xebatê de, derbarê têkoşîna edaletê de agahî didin parêzer û welatiyên li ber edliyeyê derbas dibin.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: Waliyê Şanliurfayê Fakîbaba ragihand gotinên ku piştî qetlîama li Nexweşxaneya Dewletê vegotiye îftira ye. Piştî qetlîamê hemû hikûmet li pişt wekîlê xwe sekinî. Tirkiye û TBMM’ê behsa vê bûyerê dike. Çima kes nabêje em li pişt Wekîlê xwe ne…”