Têkoşîna "edaletê" 347 roj in dewam dike

Malbata Şenyaşar ku 347 roj in nobeta xwe ya "edaletê" didomîne, wiha got: "Ger edalet nebe, bawerî, aştî û aramiya aborî jî nabe!”

Malbata Şenyaşar ku 347 roj in nobeta xwe ya "edaletê" didomîne, wiha got: "Ger edalet nebe, bawerî, aştî û aramiya aborî jî nabe!"
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 347'an de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber piştgirekên xwe yên tenduristî nikarî were, Ferît Şenyaşar didomîne. 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: "Ger edalet nebe, bawerî, aştî û aramiya aborî jî nabe! Heta ku Edalet neyê, ev pankart dê li ber deriya Edliyeya Rihayê neyê rakirin. #BêdengnebeNetirseFêrnebe."