‘Têkoşîna dayikê têkoşîna mirovahiyê ye’

Malbata Şenyaşar çalakiya nobeta edaletê di roja 632’emîn de didomîne.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 632’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin. 

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wêneyê serdana welatiyan ya ji çalakiya edaletê re parvekir û ev parvekirin kir: “Li dijî kesên dibêjin ji vê hikûmetê edalet hevî neke, em ê baweriya xwe Xwedê binîn û û heta edalet pêk were li berxwe bidin. Têkoşîna me maf e, em ê dudilî nebin. (Welatiyên ji Ewropayê hatin, serdana dayikê kirin: "Têkoşîna dayikê têkoşîna mirovahiyê ye.)"