Têkoşîna bêdawî ya jinên Kurd a ji çiyayan ber bi bajaran ve

Jinên Kurd ku bi salan li başûrê Kurdistanê ji bo azadiyê li çiyayan şer kirine, peyama “Têkoşîna parastina mafên jinan li çiyayan dest pê kir. Îro em şopdarên vê têkoşînê ya li bajaran in” dan.

HÊLÎN AHMED

Silêmanî – Têkoşîna jinên Kurd, di serdemên cuda yên dîrokê de wekî perçeyeke girîng a berxwedana neteweyî û civakî tê hesibandin. Jin di serdema çiyayan de, ji bilî berpirsiyariyên xwe yên wekî perwerde, lênêrîna zarokan û birêvebirina jiyana rojane, beşdarî têkoşînên siyasî û neteweyî bûn.

Ev têkoşîn îro jî bi şêwe û warên cuda li bajaran û rêxistinên civaka sivîl berdewam dike. Bi şert û mercên siyasî û civakî yên guherbar re, qadên têkoşîna jinan jî guherîn. Jin bi beşdariya rêxistin, sazî û warên cuda yên jiyanê, hewl didin mafên xwe bi dest bixin û rolên xwe yên di civakê de xurt bikin. Di heman demê de veguhestina ezmûnên jinên ku di serdema çiyayan de têdikoşiyan ji nifşên îroyîn re û parastina bîranînên ji vê serdemê, di aliyê perspektîfek dîrokî û civakî de wekî mijarek girîng tê hesibandin.

Di vê çarçoveyê de Pêşmergeya berê Gulzar Salîh û rêvebera Pirtûkxaneya Weqfa Silêmaniyê Kevser Muhammed Emîn, nêrîn û nirxandinên xwe yên li ser ezmûnên jinan a di serdemên çiya û bajaran de, guhertinên di rêbazên têkoşînê de, pêwîstiya berdewamiya têkoşînê ya ji bo parastina mafên jinan û veguhestina ezmûnên nifşên berê ji bo nifşên nû, anîn ziman.

‘Îro jin dikarin bi derfetên pir berfirehtir xebata xwe bidomînin’

Peşmerga kevn Gulzar Salîh a li çiyayan şer kiriye, diyar kir ku jinan tevî hemû zehmetiyan jî li çiyayan berxwedan nîşan dane û got: “Her çend erkê me li çiyayan perwerdekirina zarokan û dabînkirina pêdiviyên Pêşmergeyan bû jî, me ji bo ax û mafên xwe şer dikir û li ber xwe dida. Ji bilî berpirsyariyên dayîktiyê, em neçar bûn ku xwe li gorî şert û mercên jiyanê û zehmetiyan biguherînin. Lê belê me dev ji têkoşîna ji bo azadiya axa xwe berneda. Îro, têkoşîn ji çiyayan ber bi bajaran ve çûye. Jinên li bajaran niha dikarin bi awayekî azadtir têbikoşîn û dengê xwe bidin bihîstin. Em jinên Pêşmerge di navbera çend herêmên çiya û sînor de asê mabûn. Lê îro jin dikarin bi derfetên pir berfirehtir xebata xwe bidomînin. Li gorî berxwedan û têkoşîna jinên li çiyayan, divê jin îro hewldanên pir bi bandortir bikin.”

‘Dema li çiyayan bûm 6 zarokên min hebûn’

Gulzar Salîh, da zanîn tevî 6 zarokên xwe dev ji têkoşîna xwe bernedaye û wiha pê de çû: “Dema ez li çiyayan bûm, 6 zarokên min hebûn. Min tenê du zarokên xwe yên bi navê Huner Heme Ceza û Rojgar Heme Ceza gel xwe bir. Ji bo ku Huner perwerdeya xwe bidomîne, min bi rêyên neyasayî bir bajêr. Rojgar jî dema li Newzeng di fermandariyê de bû, fêrî rawestana li ser lingên xwe kir. Ji bo me jinan serdemek pir dijwar bû. Lê me bawer dikir ku pêşerojek geş li pêşiya me ye. Dema ku Kak Rizgar peyamên Pêşmergeyan li ser radyoya Pêşmergeyan xwend, moralê me hêj bêtir bilind bû. Me her tim digot ku pêşeroja me geş e û em ê rojekê vegerin bajêr û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Divê ezmûnên jinan nayên jibîrkirin’

Gulzar Salîh, diyar kir ji bo ku ezmûnên jinan di bîrê de bimînin û neyên jibîrkirin, divê panel û civînên ji bo welatiyan berdewam bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Îro, têkoşîn ji aliyê jinan ve li hemû deverên Kurdistanê tê domandin. Lewma jinan di her serdemê de karîbûn guhertinên mezin çêkin. Jin him li çiyayan û him jî li bajaran di têkoşîn û berxwedanê de bûn.”

‘Divê em têkoşîna parastina mafên jinan bidomînin’

Rêvebera Pirtûkxaneya Weqfê ya Silêmaniyê Kevser Muhammed Emîn, derbarê têkoşîna jinên Kurd a li çiya û bajaran de wiha axivî: "Jin bi salan e ji bo ax û mafên xwe têdikoşin. Jinên ku li çiyayan li ber xwe didan, ji bo parastina nasnameya Kurd û axên xwe şer dikirin. Îro, jin gavên nû davêjin. Têkoşîna li çiyayan veguheriye têkoşînek ku li bajaran tê meşandin. Bi rêya rêxistinên jinan û hewldanên têkoşînê yên li bajaran, em hewl didin ku mafên xwe bi dest bixin û axên xwe biparêzin. Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo mafên jinan û axên xwe şer kirine. Li Başûrê Kurdistanê, jinan ji bo parastina mafên rewa yên gelê xwe li çiyayan têkoşîna xwe berdewam kirin. Jin li çiyayan, wekî mamoste û perwerdekar xebitîn. Ji bilî berxwedana çekdarî, wan wekî mamoste ders dan û di perwerdekirina jinan de rolek girîng lîstin. Jinan bi xebata xwe ya di sektorên cûda de xizmeta jinan û axên wan kirin. Têkoşîna parastina mafên jinan li çiyayan dest pê kir. Îro em şopdarên vê têkoşînê ya li bajaran in.”

‘Divê em di perwerde û hişyarkirina jinan de xebatek xurt bimeşînin’

Kevser Muhammed Emîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin îro jî ji bo axa xwe û mafên gelê xwe têkoşîna xwe didomînin. Em jin hewce ne ku vê berxwedanê li bajaran bidomînin. Divê em li pey şopa wan bin û ji bo mafên jinan têbikoşin. Di heman demê de divê em di perwerde û hişyarkirina jinê de jî xebateke xurt bimeşînin.”