Têkildarî tecrîdê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ozgur Faîk Erol têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên CPT’ê re civiyan.

Navenda Nûçeyan-Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, didome. Ji Abdullah Ocalan 38 meh in tu agahî nayên girtin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Ozgur Faîk Erol têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin. Ocalan û Erol têkildarî hevdîtinê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn. 

 Omer Ocalan, da zanîn ku wan têkildarî mijara tecrîdê û kiryarên derqanûnî yên li dijî Abdulah Ocalan agahî bi rayedarên CPT’ê re parve kirine û got: “Rayedarên CPT’yê gotin ku bêyî destûra welatên endam ew nikarin raporên seredanên xwe bi raya giştî re parve bikin.” Ocalan, destnîşan kir ku wan girîngiya rewşa Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd û çareseriya pirsgirêka kurd bi rayedarên CPT’ê re parve kirine û jê xwestine ku CPT di vê mijarê de hesas tevbigere û zextê li Tirkiyeyê bike.

Parêzer Ozgur Faîk Erol jî diyar kir ku di hevdîtinê de rola peywir û berpirsyartiya CPT’yê hatiye bibîrxistin û ev tişt anî ziman: “Helwesta CPT’ê ya heyî, di polîtîkayên tecrîdê de rê li ber Tirkiyeyê vedike. Me rexneyên xwe yên di vê derbarê de anîn ziman. Hewce ye helwesteke ku fikarên birêz Ocalan û gelê kurd ê ku rewşa Abdullah Ocalan dişopîne, ji holê rake were nîşandan. Ji bo vê yekê jî çi ji destê me were, hewce ye em bikin.”