Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin

Têkildarî qezaya ku li navçeya Konyaaltî ya Antalyayê pêk hat û di encamê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn de 5 kes hatin girtin. Di nav girtiyan de Şaredarê Kepezê Mesut Kocagöz jî heye.

Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê der barê qezaya ku di 12ê Nîsanê da li tesîsa teleferîkê ya Tûnektepe ya Sarisûya navçeya Konyaaltiya Antalyayê hatibû destpêkirin de der barê 14 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser biryara Serdozgeriya Komarê E.K.B.yê Alîkarê Serokê Lijneya Rêvebir a ANET AŞ a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê, Alîkarê Midûrê Giştî A.B.S, endezyar mekanîk O.E, pisporê ewlehiya kar ANET M.A, xwediyê pargîdaniya lênihêrînê ya taşeron S.T, rêvebirê lênihêrîn û otomasyona pargîdaniyê S.Y, berpirsiyarên  lênihêrîna mekanîkî S.K, K.K, O.K, Ö.E, teknîsyenê mekanîk H.A., pisporê ewlehiya kar T.A.Ü. û  R.T. hatin binçavkirin.

5 kesên ku di nav wan de Şaredar jî heye hatin girtin

Piştî karên li midûriyeta polîsan 14 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Şaredarê Kepezê Mesut Kocagoz, A.B.S, O.E, S.T. û S.Y. bi îdiaya "Ji ber xemsariyê bûne sedema mirin û birîndarkirinê" hatin girtin. 8 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan û R.T. jî ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan.

184 kes asê ma bû

Li Tesîsa Teleferîkê ya Tûnektepe ya li Sarisuyê di encama ketina teleferîkê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê zarok 7 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê 184 kesên di 24 kabînan de di hewayê de asê man. Di encama xebata dijwar a 7 helîkopteran, 87 wesayit û nêzî 500 personelên ku  22,5 saetan xebitîn de hemû kesên ku di kabînan de asê mabûn hatin rizgarkirin.