Tehliyeya rojnamevan Derya Ren careke din hat taloqkirin

Dihat payîn ku nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Derya Ren di serê meha Gulanê de bê tehliyekirin, bi hinceta “Amade nîn e tevlî jiyana civakê bibe” tehliyeya wê ji bo 3 mehan hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di çarçoveya operasyoneke navenda wê Amed de di 25’ê Cotmeha 2022’an de tevî gelek rojnamevanan hatibû binçavkirin û ji ber cezayê ji dosyayeke cuda hatibû girtin. 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 13 meh û 15 roj ceza dabû rojnamevan Derya Ren. Cezayê Derya Ren, di sala 2022’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Derya Ren piştî erêkirina ceza hat girtin, di 31’ê Tebaxa 2023’an de ji bo “berdana bi şertê kontrola edlî” serî li 1’emîn Dadgeriya Cezayên înfazê ya Amedê da. Dadgeriyê daxwaza Derya Ren red kir.

Di hinceta biryara xwe de jî dadgeriyê wiha gotibû: “Li ser daxwaza xwe di odeya girtî û hikûmxwarên ku endamên rêxistina PKK’ê yên çalak in de dimîne.” Çend hefte berê Derya Ren derket Lijneya Îdare û Çavdêriyê û dihat payîn ku di rojên ewil ên meha Gulanê de were berdan lê tehliyeya wê bi biryara lijneyê hat taloqkirin.

 Cezayê ku qediyaye bi kêfî tê dirêjkirin

Dema ku Derya Ren biribûn girtîgehê, li dijî sepana lêgerîna tazî derketibû û ji ber vê wê xistibûn hucreyê. Ev yek weke yek jê ji hincetên taloqkirina tehliyeyê hat nîşandan. Di berdewamiya hincetê de wiha hat gotin: “Amade nîn e tevlî jiyana civakî bibe.” Bi vê hincetê jî tehliyeya wê ji bo 3 mehên din hat taloqkirin.