‘Tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqê mirovahiyê ye’

Jinên Şengalê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku tişta li Îmraliyê tê meşandin li djî hiqûqê mirovahiyê ye.

Şengal – Nêzî 2 sal in dewleta Tirk rê nade parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan pê re bikin. Herî dawî jî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de bi daxuyaniyek ragihand ku di navbera heyeta CPT a ku çûbû Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan de hevdîtin pêk neaniye. Jinên Êzidî yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek nîşan dan, gotin ku tecrîd li dijî hiqûqê mirovahiyê ye û destnîşan kirin ku divê CPT bi erka xwe rabe.

‘Dewletên hegemon ji ramanên Rêber Apo ditirsin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Perîşan Şemo diyar kir ku dewletên hegemon ger xwestibûna dê deriyên Îmraliyê vekirana lê ew vê yekê naxwezin ji ber tirsa wan ji hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û wiha got: “Dewleta Tirk û hemû dewletên din jî rê nadin ku parêzerên Rêber Apo hevdîtinê pê re bikin. Eger dewletên hegemon zextê li Tirkiyeyê kiribûna dê ji mecbûrî deriyên Îmraliyê vekira lê mixabin dewletên hegemon naxwazin deriyên Îmraliyê vebin. Ev hemû dewlet ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin. Hêzên desthilatdar li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ne lê Rêber Apo ji bo civak û gelan hemû jiyana xwe da. Lewma em dibêjin ku ev tecrîd û girtina wî li Îmraliyê ji ber tirsa wan e ji ramanên wî ye.”

‘Bi naskirina Rêber Apo me riya azadiyê dît’

Mihran Şengal jî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jinên Şengalê bi naskirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya azadiya xwe nas kirine û wiha anî ziman: “Ev zêdetirî 2 salan e bi Rêber Apo re tu hevdîtin nayên kirin. Ev rewş gelekî giran e nabe ku rê li ber vê rewşê vekirî bimîne. Em nizanin rewşa tenduristî ya Rêberê me çawa ye. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin rê bide parêzeran. Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê, riya azadiyê ye. Em jî weke jinên Êzidî bi naskirina fikrên Rêber Apo me riya azadiyê nas kir.”

‘Fikrên azad sînoran nas nakin’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal jî diyar kir tecrîda li Îmraliyê ji tecrîda li ser gelan cûda nîn e û got: “Em daxwaz dikin ku weke di sala 2014’an de hevdîtina parêzeran bi Rêber Apo re bên kirin. Îro jî her ku tecrîdê giran dikin dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Şengal, Qendîl, Mexmûr û hemû çiyayên Kurdistanê girantir dike. Em bi hêvî ne ku deriyê Îmraliyê di demeke zû de bên vekirin, hêviyên me ji tu dewletê tune ne. Çiqas tecrîd giran bibe jî fikra Rêber Apo li her derê ye.”