Talîbanê vê carê jî malên profesorên zanîngehê hedef girtiye

Talîbanê bi ser mala profesorê Zanîngeha Kabîlê Kambakhsh Nekouei de girt û li hevjîna wî û keça wî xistin.

Navenda Nûçeyan – Talîbanên ji meha tebaxa 2021’an ve li Afganistanê gelek kirinên der mirovî kirine dema dawiyê jî bi serdegirtina malan gelek aktîvîst û parêzvanên mafê mirovan girtine binçavan. Herî dawî jî li paytexta Afganistanê Kabîlê bi ser mala profesorê Zanîngeha Kabîlê helbestvan û nivîskar Kambakhsh Nekouei yê naskirî û di nava civaka Afgan de xwedî cihek rêzdaraiyê de girtin û li hevjîna wî û keça wî xistin. Kambakhsh Nekouei li ser hesabê xwe yê facebookê dîmenê hevjîna xwe ya ji serê xwe birîndarbûyî û hê serê wê bi xwîn par kir.