Talîbanê li Afganistanê 29 jin revandin
Li paytexta Kabîlê aktîvîstên mafên jinan Marjan Amirî, Medîne Darwazî û Nayreh Kouhestani jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin. Hat tomarkirin ji kesên ku ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin 29 jê jin in.
Navenda Nûçeyan- Li paytexta Afganistan Kabîlê zextên li ser aktîvîstên mafên jinan berdewam dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, dema 4 jinên aktîvîst ên berê ji aliyê Talîbanê ve hatibûn revandin hatin berdan, 3 aktîvîstên jin ên din Afgan jî hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ji derveyî Marjan Amirî, Medîne Darwazî û Nayreh Kuhestanî endamên malbatên wan jî hatine binçavkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin 29 jin in
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di serdegirtina malan de ji bilî aktîvîstên mafên jinan ên Afganî 29 jê jin bi giştî 40 Afganî hatin binçavkirin. Tê zanîn ku aktîvîsta mafên jinan Marjan Amirî karmenda berê ya Wezareta Navxweyî ye, Medîne Darwazî jî yek ji wan girtiyan e ku ligel du zarokên xwe hatiye binçavkirin.
Malbat bi fikar in
Der barê kesên ku ji aliyê Talîbanê ve hatine desteserkirin, tu agahî nehatine girtin, ji ber wê jî xizmên aktîvîstan bi fikar in û radigihînin ku ew ji jiyana xwe jî bi fikar in.