Talîbanê ketina jinan a ezmûnên zanîngehan qedexe kir

Zext û qedexeyên Talîbanê yên li hemberî jinan berdewam dikin. Talîbana ku deriyê zanîngehan li jinan girt, vê carê jî talîmat da ku ketina xwendekarên jin a ezmûnên zanîgehê were qedexekirin.

Navenda Nûçeyan-Talîbanê di Tebaxa 2021’ê de rêveberiya Afganistanê xist di bin destên xwe û piştî wê li hemberî jinan qedexeyên bêhejmar anîn. Herî dawî Talîbana ku deriyê zanîngehê li ser jinan girt, ezmûnên zanîngehê ku wê meha li pêş werin kirin talîmat da ku xwendekarên keç nekevin wan ezmûnan.

Wezareta xwendekaran a bilind bi talîmata ji zanîngehên taybet re şand, qedexeya jinan a zanîngehê diyar kir. Di nameyê de hat diyarkirin ku saziyên li gorî talîmatê neçin wê werin cezakirin.

Talîbana ku dîtina perwerdeya jinan a dibistana Navîn û Amadeyî, xebata jinan di karan de, qedexe kiriye ger jin ne li gel mêrek bin nikarin seyahetê bikin, eba li xwe nekin nikarin derbikevin nava civakê. Di meha Kanûnê de di talîmata ku daye zanîngehan de ketina jinan a dibistanan heta talîmatek duyem hat qedexekirin. Piştî biryarê, Talîbanê di saziyên civakî de xebata jinan qedexe kiribû.