Talîbanê dengê jinan di çapemeniyê de qedexe kir!

Talîbanê li Kandahara Afganîstanê bi saziyên çapemeniyê re civînek pêkanî, daxwaz kir ku pêşkêşkirina bernameyên jinan û stranên hunermendên jin li 13 radyo û ekranên televîzyonan yên li bajêr neyên pêşkêş kirin. Di heman demê de Talîbanê gef li rojnamevanan xwar ku naveroka civînê derbasî derve nekin.

Navenda Nûçeyan - Talîbanê ku di Tebaxa 2021’an de rêveberiya Afganîstanê bi dest xist, ji dema hatina desthilatdariyê ve bi gelek pêkanînên li dijî jinê balkişand ser xwe. Talîbanê destûr neda ku jin li welêt xwendina xwe bidomînin, xebitîna jinan di saziyên dewletê de hatin qedexe kirin, cil û bergên jinan hatin guherîn, zextên li ser qadên hunerê zêde bûn û di heman demê de li dijî pîşeya rojnamegeriyê jî sînordarkirin hat danîn.
"Radyo ji bo jinan hatin qedexekirin "
Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, êdî li welêt ji 5 kesên rojnamegerî dikin 4 bêkar in. Rêxistinê ev yek bi daneyên ji sedî 84 diyar kir. Talîbanê ku hema li her parêzgehan bi komkirina saziyên çapemenî û rojnamegeriyê civîn li dar xist, di hefteya yekem a Sibatê de ji bo rojnameyên herêmî û rêxistinên radyoyê yên li Kandaharê rêzek pêşnêrîn da. Li gorî pêşnêriyan ku Talîban dane, êdî dengên jinan di radyoyên Kandaharê de nebe, spîkerên jin nebin û dengê stranbêjên jin di radyoyan de neyê weşandin.
"Bi sînordarkirinê re dê gelek jin bêkar bimînin"
Hat ragihandin ku civîna li Kandaharê hatiyê li dar xistin Alîkarê Midûrê Ragihandin û Çandê yê Talîbanê pêkaniyê. Herwiha tê gotin ku berpirsên Talîbanê gef li beşdarên civînê xwariye ku behsa naveroka civînê nekin û bi taybetî jî derbasî medyayê nekin. Bi vê sînordarkirinê re, tê wê wateyê ku li welat zêdetir rojnamegerên jin û xebatkarên pîşeyî ji karê xwe tên durxistin. Li Kandaharê 13 radyo û televizyoneke herêmî weşanê dikin, lê li vir ji bo jinên dixebitin îstatîstîk ne mijara gotine ye.