Talîbanê dê di medyayê de hebûna zindiyan qedexe bike

Talîbanê ragihand ku dê weşandina dîmenên hebûna zindiyan di medyayê de qedexe bike.

Navenda Nûçeyan- Talîbana ku rêveberiya Efganistanê xistî destê xwe zagona ‘Teşwîqa erdem û pêşîlêgirtina bê exlaqiyê’ ku derxistî, madeyek nû lê zêdekir û da zanîn ku dîmenên hebûnên zindiyan li dijî hiqûqa Îslamê ye qedexe bike. Talîban di daxuyaniya dayî de wiha got: “Zagon wê li hemû Efganistanê derbasdar û gav bi gav were pêkanîn.”

Talîban ji sala 2021’an ve rêveberiya Efganistanê xistî destê xwe, heta niha bi hinceta ku li gora Şeriatê ye pêkanînên xwe yên zext û dijminê azadiyê dixe meryetê. Talîban di mehên Havînê de bi armanca ‘Teşwîqa erdem û pêşîlêgirtina bê exlaqiyê’ zagonek 33 madeyî weşandibû.

Di metne de dînemên hebûnên zindî ‘naverokên dijimên şeriat û ol’ yan ‘bûçukxistna Misilmanan’ qedexekirina weşanê di nav de tedbîrên cûdê ên ku medyaya nûçeyan dike hedef, digre nava xwe.