Talîban bi zagonên nû rayeyeyên xwe berfireh dike

Li Efganistanê piştî Talîbanê, jiyana civakî li jinan bi temamî hat qedexekirin. Hûgiliyên “Zagona dilpakî” ya ku li Afganistanê ketiye meriyetê jî hatin eşkerekirin û diyar bû ku bi zagonê jiyana jinan zêdetir dê were sînordarkirin.

Navenda Nûçeyan- Talîbanê piştî ku li Efganistanê rêveberiyê girt destên xwe, bi binpêkirinên mafan û qedexeyên li dijî jinan ket rojevê. Talîban niha jî rêgezên şerîetê yên bi destên ‘polîsên exlaq’ tê kontrolkirin bi navê “Zagona dilpakî” xist meriyetê.

Rayeyên xwe zêde dike etkiler

Hûrgiliyên zagona ku ji aliyê Wezareta Dadê ve di 31’ê Tîrmehê de ket meriyetê hatin eşkerekirin. Zagon li ser jinan ferz dike ku li cihên mêrên xizmên wan nebin hebin, rûyê xwe jî bigrin û bi vê yekê rayeyên ‘polîsên exlaq’ yên xwe dispêrin hiqûqa şerîetê, pîvanên helwestan kontrol dikin, zêdetir dibe.

Wêne qedexe ye medya di bin kontrolê de ye

Di zagonê de ji bo mêran tenê heta çokê destûr tê dayîn şal li xwe bikin û bi şertê ku pir kurkirî nebe divê rûyê xwe berdin. Di zagonê de vîdyoyên ku teswîra zindiyan dikin an jî çêkirina wêneyan û temaşekirin tê qedexekirin. Her wiha dema ku limêj li kesek biçe jî weke bêhurmetiya li mezinên xwe dê bibe sedema ceza.

Di zagonê de ji bo medyayê jî guhertin tên kirin. Medya dê mijarên ku li gorî ‘şerîet û rêgezên olî’ nebe neweşîne, mijarên ku weke heqareta li misilmanan werin dîtin jî neyên weşandin.

Dê polîsên exlaq çawa bixebitin?

Polîsên exlaq dê destpêkê kesên qedexeyan binpê bikin hişyar bikin, dûre cezayê pere û heta 3 rojan cezayê binçavkirinê û hinek ferzkirinên din werin cezakirin. Ger dubare bikin jî dê ew kes werin dadgehkirin.

Li welat di sala 2021’ê de Wezareta Jinan hat feshkirin, Wezareta Vexwendina Başiyê û Parastina ji Xirabiyê hat avakirin. Di rapora salane ya ku ji aliyê vê wezaretê ve rojên derbasbûyî hat weşandin de, hat diyarkirin ku di salek de ji 13 hezarî zêdetir kes ji ber kirinên xwe yên ‘li dijî exlaq’ hatine binçavkirin. Muhibullah Muhlis ê ku di di wezaretê de mudurê Mewzûat û Plansaziyê ye, di civîna ku rapor hatibû eşkerekirin de diyar kiribû ku 281 hêzên ewlehiyê yên hatiye tesbîtkirin rûyê wan kurkirî bûye, ji peywirê hatine girtin.

Muhibullah Muhlis her wiha ragihandibû ku li welat di sala 2023'yan de 21 hezar û 328 amûrên muzîkê hatine texrîbkirin.