Talîban bi gotinên deng û rûyê jinan ‘heram e’ astengiyan zêde dike

Aktivîst û parezerên mafên mirovan li dijî astengiyên nû yên Talîbanê ku ji bo jin û zarokên keç li Efganistanê derdixe nerazîbûnên xwe nişan didin. Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku kiryarên Talîbanê yên li ser jinan, sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Navenda Nûçeyan-  Talîbana ku her diçe li pêşiya zarokên keç û jinan astengiyan derdixe, bi gotinên xwe hewl dide kirinên xwe rewa nîşan bide. Li Efganistanê di 3’emîn salvegera desteserkirina rêveberiya welat de Talîbanê bi gotinên “Rû û dengê jinan heram e” hişmendiya xwe diyar kir û nîşan da ku dê ji bo astengkirina jinan serî li her rêbazê bide.

Talîbanê bi pesndayîna xwe diyar kir ku di nava salekê de amûrên muzîkê hatine qedexekirin. Rêveberê Mewzûatê û Saziya Pêşîgirtina Bêexlaqî û Teşwîqkirina Fazîletê, Mohibullah Mokhles, da zanîn ku Talîbanê amûrên muzukê wekî “tabu û guneh” dane diyarkirin, kom kirine, şewitandine û astengiyên hatine kirin di medyayê de weke “reform” hatin binavkirin û got: “Em dikaribûn di warê dîmen, guhdarî û nivîskî de ji %90 di medyayê de reformê pêk bînin.”

Talîbana ku piştî hêzên DYE’yê xwe vekişandin ji 15’ê Tebaxa 2021’ê ve kontrola welat girtiye bin destên xwe, hedefa wê ewe ku jin û zarokên keç ên Efganî, piştî refa 6’an neçin dibistanê, di karên dewletê de û di saziyên civaka sivîl de nexebitin.

Her wiha ger mêr li gel jin û zarokên keç nebe nikarin bigerin û li cihên vekirî yên weke park, baxçe rûnên. Her wiha bi hinceta  hîcaba xwe rast nekirine serê xwe yan jî zagona cudahiya cinsiyetê pêk nanîne tên astengkirin piştre jî zext hat kirin ku burka an jî dolbendê bi kar bînin.