“Talîban, azadî û mafên jinan binpê dike”
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî bal li ser biyarên Talîbanê yê li ser jinan kişand û bi girîngî destnîşan kir ku azadî û mafên jinan tê binpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) destnîşankir ku biryara talîbanê ya rûyê xwe girtina pêşkeşvanan, binpêkirinekê zelal a azadiya jinan e.
Hefteya derbasbûyî Talîbanê biryarekê weşand ku tevahî jinên ku li televîzyonan kar dikin, dema pêşkeşvaniyê divê rûyê xwe bigrin. Biryar di astan navnetewî de bû sedemê bertekan. Li Efgenîstanê hîn pêşkeşvanên mêr jî bi armanca piştgirîdayîna hempîşeyên xwe rûpeşên reş dayîn ber rûyê xwe û wiha derketin televîzyonan.
Xwe gihandina agahiyê tê astengkirin
Li gor rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî astengiyên ku Talîbanê li pêşiya weşangerên jin dide avakirin, ji aliyê kesên ku zehmetiyê bihîsti û dîtinê dijîn ve xwe gihandina agahiyê asteng dike.
Her wiha rêxistin bal lê kişand ku ev biryara dawiyê parçeyek ji sepanên berê ye ku azadî û mafên jinan binpê dike.