Tajan Dilşad: Ger dengê jinan neyê tomarkirin dê beşek ji dîrokê winda bibe

Di her bûyereke dîrokî de, çîrokên jinên pêşeng hene. Arşîvkirina van çîrok û ezmûnan ne tenê ji bo parastina bîrê ye, ji bo parastina beşek ji nasnameya civakê ye. Di vî alî de medya dikare bibe pira di navbera dîroka jinan û nifşên pêşerojê de.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Dîrok ne tenê bûyerên ku ku di pirtûkan de hatine tomarkirin e, bîr û ezmûnên mirovan jî beşeke girîng a dîrokê ne. Jin di serdemên cuda yên dîrokê de roleke bi bandor lîstine. Lê belê beşek ji deng, berhem û têkoşîna wan di bin xetera jibîrçûnê de ye. Medya dikare van dengan tomar bike û arşîv bike, bigihîjîne nifşên pêşerojê. Gelek jin bûne beşeke girîng a bûyerên dîrokî lê çîrok û ezmûnên wan bi temamî nehatine tomarkirin. Medya dikare bi riya tomarkirina dengê jinan û parastina dîroka wan a nenivîsandî ji bo pêşerojê, vê valahiyê tijî bike. Dema dîroka jinan neyê tomarkirin, ne tenê çîroka jinek, beşek ji dîroka civakê jî winda dibe. Ji ber vê medya xwedî roleke girîng a dîtinê ye. Têkildarî tomarkirin û arşîvkirina deng û berhemên jinan, mamosteya zanîngehê Tajan Dilşad ji ajansa me re axivî.

‘Em nikarin bibêjin dîroka jinan nehatiye arşîvkirin pêwîst bi sîstematîzekirin ye’

Tajan Dilşad wiha got: “Bi riya platformên medyayê yên kevin û nû dikarin bi riya devokî bi jinên extiyar re di warê cil, xwarin, jiyan û tevgerên mayînê de dîroka kevnar biaxivin. Bi hevdîtinê em dikarin çand, adet û kevneşopiyên xwe bi hêsanî fêm bikin. Tiştên ku tên kirin, tên tomarkirin. Hûn dikarin wan bi awayekî devokî, bi riya wan jinên ku gelek salan derbas kirine, arşîv bikin. Mînak, dapîr û dayîkên me bi gotineke din, bi riya avahiyên kevin û cihên kevin ên ku li cem me hene, mînak, li Silêmaniyê gelek taxên me yên kevin hene. Taxên Melkandî, Sabunkaran, Serşaqam, Dargazen û Hacî Xan. Gelek avahiyên me yên pir taybet hene ku hatine nûjenkirin. Ji bo neyên wêrankirina hatine parastin. Boyax kirine û nûjen kirine. Em dikarin dîroka wan jinên ku li wan deran jiyan e, fêm bikin û tomar bikin.”

‘Arşîvkirin bi awayekî sîstematîk nehatiye kirin’

Tajan Dilşad da zanîn ku bi riya medyayê, dikarin bi jinên extiyar re rapor, belgefîlm û podcastan amade bikin û wiha got: “Ev dê weke arşîvek bimînin da ku em bikaribin dîroka xwe weke jinên Kurd biparêzin. Rast e gelek ji van gotaran di arşîva me de hene lê ew negihîştine wê astê ku em bikaribin dîroka xwe wekî xwe biparêzin. Em nikarin bibêjin dîroka jinan nehatiye arşîvkirin û bibêjin medyayê roleke sereke nelîstiye lê ev yek bi awayekî sîstematîk nehatiye kirin. Me heta çi astê dikaribûye rola jinên xwe biparêzin. Bila tiştê ku wan kiriye wekî xwe bimîne. Di dîrokê de gelek jin hene nirxên xwe parastine. Lê divê em pêşvetir biçin û van tiştan bi awayekî sîstematîk biparêzin, arşîv bikin û bi parêzin ji bo  winda nebin. Ev tiştên di destê me de bûn, gelek kevn bûn. Ger ev li Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk bên rêxistinkirin û arşîvkirin, em ê bizanibin ku rola jinan çi bûye û çi di destên me de hebûye.”

Rola medyayê di arşîvkirina dîroka jinan de çi ye?

Tajan Dilşad anî ziman ku divê medya gelek caran pêşwext kar bike, piştî ku avahî hat hilweşandin û dîrok hat texrîbkirin, hingê di medyayê de behs bê kirin û wiha got: “Divê zengileke me ya hişyariyê hebe; berî ku kar bê kirin pêwîst e medya ji hemû karan agahdar be û li her derê cihê xebatkarên medyayê hebe. Em jin dikarin ji bo parastina dîroka xwe, agahiyan berhev bikin. Ger em van biparêzin çi li gundên dûr bin, çi li gundên nêz an jî li navenda bajaran hûn bên û van biparêzin û ragirin, wê demê arşîveke we ya baş dê hebe. Dema em van tiştan dikin, em dikarin van tiştan bi riya tomarkirina deng arşîv bikin. Em dibêjin bila bê arşîvkirin lê ne li ser flaş û cureyeke teknolojiyê be, ji ber ku dibe ku zirarê bibîne. Divê em van hemû bi deng û reng li cihekî pir baş arşîv bikin da ku saxlem bimînin û bigihîjin nifşê nû, bizanibin jinên Kurd xwedî çi hêzê ne û di hemû war û cihan de çi kirine. Ji jinên li malê bigre heta jineke ku li derveyî welat kar dike, yan jî dibe wezîr an seroka dezgehekê.”

‘Divê di pêşerojê de muzeyek ji bo jinên Kurd hebe’

Tajan Dilşad destnîşan kir kir di hemû waran de, jin dikaribûne dîrokê pir xweş binivîsînin lê divê ev dîrok bê parastin û wiha domand: “Divê em arşîv bikin û li cihekî ku wekî xwe bimîne deynin. Dibe ku em sibehê bikaribin muzeyeke cîhanî ava bikin û gel bikaribe li berhemên jinên Kurd binêrin. Ji dirûtinê bigre heta çêkirina xwarinan, cil û berg û dîzaynkirin divê em bi awayekî sîstematîk li ser vê yekê bixebitin, ne tenê bi riya rapor û belgefilman wê biparêzin. Divê bi awayekî bikaribe wê biparêze. Mînak divê jineke li Silêmaniyê û jineke li Hewlêr û Duhokê ku herdu  bajarên Kurdan in wekhev bên arşîvkirin.”

‘Jin jinan fêm dikin’

Tajan Dilşad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dîrok ji tiştê herî biçûk dest pê dike û heta tiştê herî mezin diçe. Mînak ger tu rojnamevan bî, dikarî bi hêsanî jinên din fêm bikî; ji ber di xwezaya jinan de taybetmendiya famkirina jinan heye. Ew pirsgirêkên hev baştir fêm dikin û dikarin nêzî hev bibin. Ji ber wê em jinên rojnamevan dikarin bi hêsanî van agahiyan ji jinên extiyar bigrin û wan fêm bikin. Em dizanin ka ew di kîjan qonaxan re derbas bûne. Dema em dibêjin dîroka jinan ne hêsan e, wan gelek astengî derbas kirine. Ez her dem ji jinan re dibêjim bila xwe kêm nebînin, gelek hêza wan heye. Tiştê ku dikin têrê nake. Vê xebatê baş bidomînin. Her dem qîmet bidin xwe, ji ber ku jin bi qîmet in.”