TAJÊ: Me tama azadiyê girtiye, emê serî netewînin
TAJÊ li hember êrişên artêşa Iraqê ên ji duh ve li ser asayîşa Êzidxanê û cihên YBŞ-YŞJ’ê dewam dikin got: “Weke dayikên Êzidxanê emê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka xwe.”
Şengal – Duh 18’ê Nîsanê hêzên girêdayî Artêşa Iraqê êriş ser asayîşa Êzidxanê ya li gûndê Digûrê de girtin û hewildan wê derê desteser bike. Piştî nerazîbûna welatiyên Şengalê û şerê li wê derket artêşa Iraqê êriş bir ser bendên kontrolê yên asayîşê yên li Sinûnê, Şengalê û Xanesorê. Leşkerên Iraqê nîvê şevê jî êrişî benda kontrole ya Cidalê ya Asayîşa Êzidxanê ya li Til Izêr kir. Hêzên asayîşê bersiv dan êrişê û li ser vê yekê şer qewimî. Piştî vî şerî artêşa Iraqê berê xwe da Geliyê Şîlo û Sikêniyê ku di bin kontrola YBŞ û YJŞ'ê de ne. Leşkerên Iraqê êrişî cihên YBŞ û YJŞ'ê kirin û ji ber vê yekê jî şer qewimî. Jinên Şengalê yên ji despêka êrîşan heya niha li ser piyanin dan zanîn ku ewê axa xwe bi destê kesê ve bernedin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê êrişên ku ji duh ve li ser hêzên Êzidxanê tê pêkanîn daxûyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniyê de balkişand ser wê yeke ku êrişên tê pêkanîn weke berdewamiya plangeriya fermana 2014 ye û got: “Emê tu car li hember êrîşan bê deng nemînin û serê xwe natewînin.”
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêşberê çavê hemû cîhanê li ser axa me ya pîroz û li dijî civaka me ya êzidî fermanekî hat kirin. Ev ferman bi armanca tunekirina baweriya Êzidiyatiyê bû. Lê belê bi berxwedaniya gerîlayên Kurdistanê ku xwe gihandin hewara me ev pilanên qirêj yên ku hemû dewlet tê de hebû di nav de PDK’ê jî, vala hate derxistin û nehiştin bigihe armanca xwe. Ji bo parastina vê axê û vê baweriyê zarokên me çek rakirin û hêzên parastinê ya Êzidxanê ava kirin. dewletên dagirker bi taybet Tirkiyê û hêzên PDK’ê ji bo ku heyfa binketina xwe di 3’ê Tebaxa 2014’an de rakin di 9’ê cotmeha 2019’an de pêymanekî imzekirin. Ev pêyman bi hemû xalên xwe li dijî îradeya civaka me bû. Lê dîsa bi berxwedaniya civaka me û dayikên me ev peyman ne gihişt armanca xwe. Lê belê Enqere, Bexda û PDK’ê ji bo ku ev pêyman bi cih bînin serî li hemû rêbazan dan. Herî dawî jî duh hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hewl dan seytereya hêzên me ya asayîşa Êzidxanê ya ku li gundê Digurê ye bigrin. Ev hêz bê ku dan û sitandinê bikin bi ser asayîşa me ve çûn. Ji bo parastina xwe û axa xwe Asayîşa me bersiv dan. Di encam de sivîl birîndar bûn.
“Ev êriş ji plansaziya dagirkeriyê dewleta Tirk ne qût e”
Daxuyaniyê wiha dom kir: “Ev êrîşa ku ji aliyê hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hatiye kirin ne teseduf e. Her kes dizane ku Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ve di 17’ê vê mehê êrîş birin li ser çiyayên Başurê Kurdistanê. Ev êrîşa ku li Şengalê jî hatiye kirin ji wê pilana qirêj ne qut e. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku axa Kurditanê û Iraqê perçe perçe bike. Lê mixabin vê yekê jî bi destê hêzên PDK’ê ve tên kirin. Niha jî dewleta tirk a dagirker û PDK’ê dixwazin van planan bi riya artêşa Iraqê ve li Şengalê pêk bînin. Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin da ku nebin desteka vê pilana qirêj. Bila neyê lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagiker. Iraq giştî di nav rewşekî aloz de ye, ev rewş bila kûr nebe. Lewma lazim e hikumeta Kazimî û Bexdayê di berjewandiya gelên Iraqê de tevbigerin ne li dijî gelan.”
“Emê serî netewînin”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser van xalan: “Em nêzî cejna me ya pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê dibin. Ev êrîşa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin em weke pîvaneke ne ehlaqî dibînin. Her êrîşekî li ser civaka me tê kirin her dem di rojên me yên pîroz de dikin. Evana hemû ne teseduf in. Em vêya weke êrîşa li ser baweriya Êzdiyatî, hebûna îradeya civaka me dixwînin û şirove dikin. Di dawiyê de em weke dayîk û jinên Êzidxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran sala ye ji bo tunekirina me her dem êrîş li ser em hatine kirin. Lê belê civakeke ku carekî tama azadiyê girtiye tu car serê xwe natewîne. Em jî yek ji van civaka ne ku me tama azadiyê girtiye em ê tu car li hember êrîşan bê deng nemînin û serê xwe jî natewînin. Weke dayîkên Êzidxanê emê bibin mertalên li pêşiya hewildanên tunekirina civaka me.”