TAJÊ li hemberî êrîşan banga baldariyê li her kesê kir

TAJÊ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan jinên Êzidî gelekî êş dîtiye, ji bo êşên mezintir neyên pêşiya wan bang li her kesê dikin bi erka xwe rabin.

Şingal- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê rewşa dawî li Şengalê derketî de daxuyaniyekî da. Daxuyanî li pêşiya meclisa Jin a Şengalê ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derva ya TAJÊ’ê Suham Şingalî ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser giştî rewşa heyî û wiha dom kir: “Di van rojên ku dewleta Tirik êrîşê Başurê Kurdstanê dike de hinek hêzin leşkerî yên xwe bi ser Îraqê ve nîşand dide êrîşî hêzin me ya Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev êrîşeke li ser îradeya gelê me ye. Em dixwazin vê eşkere bikin ji bo hemû rayadarên Îraqê û artêşa Îraqê jî em dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe, tu carî me derê diyalogê ne girtiye û em nebûn alîgirê şer. Em qebul nakin pirsgirêk li ser hesabê destkeftiyên me werin çareser kirin. Deskeftiyên me xeta sore. Ew bi xwîna qehremanên me yên wek Berxwedan, Bêrîvan, Seîd, Dijwar û Zerdeşt hatiye bi destxstin. Me ji 3’ê Tebaxê tecrube derxist, êdî ne milê parastinê ne jî yê rêvberiyê em xwe bi hêviya tu kesî nahêlin  û baweriya xwe nadin tu kesî. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe bi rêve bibin. Ev daxwazên me rewane û li gorî zagonên Îraqê ye jî. Ji bo wê em bang li hikumeta Îraqê û Wezareta Parastinê ya Îraqê dikin van hêzan kontrol bikin û ji heremê me derxînin. Li serê her kolanê bendek danîne em jin nikarin rehet biçin bazarê. Belavbûna Artêşê bi vî şewazî tirs û nerehetiyê di nav civakê de dide ava kirin. Em weke îrada jinên Şengalê belavbûna Artêşa Îraqê bi vî şewazî li nava suk û kolanan qebûl nakin. Li kuderê diniyayê artêş wisa di nava sivîl an de belav bûne? Bila hikumeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyê xwe durî Şengalê safî bike û li Şengalê bi erkê Tirkiya û PDK’ê ranebe.”

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku bi erka xwe rabin û got: “Herî talî em banga tevahî gelê xwe dikin. Roj roja hebûn û tunebûnê ye, lazime em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yekîtiya me û hevgirtina me bersiva herî xurt ji van êrîşan re ye. Her wiha banga me ji jinan re jî ewe ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin. Ji bo yekîtiya civaka me pêşengiyê bikin. Her wisa em bang li hemû kesên berpisiyar di serî de serok eşîrê Êzidîyan, oldarên Êzidiyan, siyastmedar, rewşenbîrên Êzidiya û her kesê berpirsiyar dikin bi rola xwe rabin ji bo van hêzin şerxwaz paşde bikêşinin erka xwe bicih bînin.”