TAJÊ li dijî cezayên darvekirinê banga xurtkirina têkoşînê kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî daxuyaniyek weşand û banga xurtkirina têkoşîn û berxwedana li dijî polîtîkayên darvekirinê kir.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê erêkirina cezayê darvekirina Şerîfe Muhammedî ku cezayê darvekirinê li Îranê lê hatibû birîn, daxuyaniyek nivîskî weşandin. TAJÊ di daxuyaniya xwe de balkişand li ser polîtîkayên Îranê yê sîstematîk dijî jinan ku ji bo veşertina krîzên xwe yê hundirîn û xwest her kes li dijî vê biryarê xwedî erkê xwe rabe.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
“Rejîma Îranê bi zihniyeta xwe ya faşist û mêtinger, li hemberî her kesê ku ji bo heqîqetê û azadiyê têkoşînê dimeşîne polîtîkayên xwe yê çewisandin û çavtirsandinê dixe meriyetê. Bi van polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn li dijî berxwedana jinan temsiliyeta Moderniteya Kapitalîst dike. Li dijî jinên bi îrade û xwedî fikrên azadiyê siyaseta qirkirina jinan tê meşandin de Îran bi kiryarên xwe pêşengtiyê ji vê yekê dike. Ev aşkerekirina rûyê reş a rejîma mollayan radixe ber çavan ku hovitî û zordariya xwe ya nav xweyî û krîzên xwe yên hundirîn veşerin.
Şerîfe Muhammedî , di sala 2023’an de bi hinceta beşdariya çalakiyên piştî qetilkirina Jina Amînî hate girtin û di sala 2024’an de bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê darvekirinê lê hate birîn. Her çi qas ev biryar di Cotmeha 2024’an de hate betal kirin jî, di van rojên dawiyê de careke din biryara darvekirinê erêkirin.
‘Pêwîste li her derê jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî serî rakin’
Jina berxwedêr Şerîfe Muhammedî , li hemberî hêzên desthilat û faşîst sembola azadî û têkoşînê ye. Her wiha li dijî mêr dewletê dengê jina azad û berxwedêr e.
Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo rakirina cezayê darvekirinê û hilweşandina polîtikayên qirker ê Îranê banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê dikin.
Îro roj li her derê jin rastî êrişên hov tên û tên qetilkirin. Banga me taybetî ji bo hemû jinan e ku li dijî vê biryarê xwedî li Şerîfe Muhammedî derkevin. Xwedî derketina Şerîfe Muhammedî xwedî derketina mafên hemû jinan e. Pêwiste li dijî vê biryarê her kes li erkê xwe rabin û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li her derê serî rakin.”