TAJÊ ji bo jinan perwerdeya 15 rojan a zimanê Kurdî vekir
TAJÊ ji bo xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî fêrî dayîkên Êzidî bike, dewreyek ya perwerdê ya 15 rojan vekir. Gelek dayîk beşdarî dewreya perwerdê bûn.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo dayîkên Şengalê li navenda xwe ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî (kurmancî) dewreyeke 15 rojî rêxistin kir. Ev perwerde ji aliyê dayîkan ve rastî eleqeyek mezin hat. Gelek dayîk ji bo fêrî xwendin û nivîsê bibin beşdarî dewreya perwerdê bûne. Dayîkê ku bejdar bûne di nava van çend rojan de fêrî tîpên kurmanciya latînî bûn.
Dayîkên tevlî dewreya perwerdê bûne daxwaz ji hemû dayîk û giştî jinan kirin ku zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin û fêrî zarokên xwe jî bikin.
Di nava dewreya perwerdeyê de Endamên Kordînasyona TAJÊ, Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser jî hene.