TAJÊ êrîşên li ser ÇIRA TV û ÇIRA FM’ê şermezar kir

Li dijî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ya li ser rojnamevanên Azad yên Şengalê, tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ daxuyaniyek li Gundê Dugurê dan.

Şengal-Doh saet di 11:30’an de dema wesayîta endamên nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê ji navçeya Til Qeseb a Şengalê vedigeriyan, bûn hedefa êrişa hewayî ya balafîrên dewleta Tirk. Di encama êrişê de nûçegihana Çira TV Mediya Hesen Kemal û endamê Çira FM’ê Mirad Mîrza li gel ajokarê wesayîtê Xelef Xidir Osman birîndar bûn. Di dema êrişê de wesayîta malbatek ji Şengalê jî derb xwar û di encamê de Ziyad Qasim, Mecîd Cemal û zaroka bi navê Zîlan Ziyad Eliyas a 7 salî birîndar bûn û ew rakirina nexweşxaneyên herêmê.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Gundê Dugurê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jin ya Serdeşta Şengalê Kinê Xidir ve hate dayîn. Kinê da zanîn ku ew xwedî îrade ne û tu kes nikare îrada wan bişkîne.

‘Wê Çiraya me her dem geş û ronî be’

Eendama Meclisa Jin ya Serdeşta Şengalê Kinê Xidir di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Bi salhatina fermanê re, êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Nûçegihanên Çira TV yê li Şengalê hatin hedef girtin. Ew in yên ku rastiyê radighînin. Êşên ku civaka Êzidî jiyan dike, ji her kesî re radigîhînin ji bo wê jî wan dikin hedef. Lê tu kes nikare çiraya me vemirîne wê her dem çiraya me geş û ronî be. Vegera xelkê ya ser axa Şengalê çêdibe. Ji bo ku pêşiya vegerê bigrin van êrîşên qirêj pêk tînin. Ger ku mayînan jî deyinin pêşiya xelkên Şengalê, wê xelk her vegere û çiyayê xwe hembêz bike. Em hemû qir bibin yek bimîne wê ew jî berxwe bide.”

‘Wê serkeftin her ya me be’

Kinê Xidir di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku ewê di berxwedaniyê de bi israr bin û wiha got: “Bila nebêjin me endamekî Çira TV kiriye hedef. Serkeftin her ya me ye. Em şîfayê ji nexweşan re dixwazin. Em xwedî îrade ne. Îrada me jî zarokên me ne YJŞ’ê YBŞ’ê û Asayişa me ye û berxwedaniya jinên Êzidiye. Ji bo wê jî em dibêjin tucarî em nakevin. Em ber bi salvegera fermanê ve diçin, dijminê hov nahêle ku birîna me ziha bibe. lê emê liberxwe bidin. Em soz didin şehîd û esîran ku emê li pey vê tekoşînê bin daku em sûcdaran bidin darizandin. Em serkeftinê dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şengalê, Jin Jiyan Azadî û ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.