TAJÊ êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa ku duh li ser rojnamevanên azad hat kirin şermezar kir.

Şengal- Duh di saetên nîvroyê de rojnamevanên ragihandina azad ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û di encamê de 2 kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hîro Behadîn  jiyana xwe ji dest dan. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ev êrîş şermezar kir û da zanîn ku wê tu kes mikaribe dengê jinên azad û felsefeya jin jiyan azadî tune bike.

Naveroka daxuyaniyê TAJÊ wiha ye:

“Di serî de em êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê û Iraqê li ser axa Kurdistanê û gelê Kurd şermezar dikin. Êrîşa ku duh li Silêmaniyê hat pêkanîn li dijî wesayîdeke rojnamevanan çêbû di encamê rojnameger Gulistan Tara û Hîro Behadîn şehîd bûn. Ev êrîş bi plan bûn û êrîşeke li hemberî dengê jinên azad û gelê azad e.

‘PDK dijminahiyê bi gelê Kurd re dike’

Dewleta Tirk a dagirker bi salan e ji bo gelê Kurd nebe xwedî maf û statu, di nava şerekî mezin de ye. Ji bo ku li pêşiya deskeftiyên Kurdan bibe asteng û xewn û xeyalên dapîr û bapîrên xwe pêk bîne, her roj komkujiyan pêk tîne. PDK jî ji roja ava bûye ve heya niha weke projeyeke desthiladariyê li hemberî destkeftiyên Kurdan e. PDK bûye dijminê koka xwe û ji Tirkiyeyê bêhtir xizmeta Tirkan dike. Ji bo ku wan razî bike xwe ji wan re îsbat bike, Kurdistan û hemû gelê Kurd rojane dike qurbanî lê van salên dawî û bi taybetî ji sala 2023’an û şûnve  Iraq jî bi şêwazeke vekirî tevli planên qirkirina li ser gelê Kurd bûye û ev li hevkirin roj bi roj encamên xirab bi xwe re tîne. Encam jî wêrankirin, talan, kuştin û koçberî ye. Her wiha ev lihevkirin, qirkirina li ser gelê Kurd e.”

‘Rastî û dengê gel hedef digrin’

Tiştekî ku em ji wan hêvî bikin nemaye. Herî dawî herdu rojnemavanên jin qetil kirin û dezgehên ragihandinê kirin armanc. Ji ber ku rojnamevanên azad, her dem rastî û qirêjiya wan her wiha plan û lihevkirinên wan ên qirêj eşkere dikin, wan dikin hedef. Dixwazin kes bi qirêjiya wan nehese. Ev êrîş gihîştiye asteke herî xeternak. Hedefgirtina rojnamevanan tê wê wateyê ku dengê gel û rastiya heyî dikin hedef, ji bo wê jî ev êrîş li ser dengê gel e, li ser civakê bi xwe ye. Êdî dijminên me di êrîşên xwe de gihîştine asta bêexlaqiyê. Sûcên şer pir vekirî û bê hesab dikin.”

‘Dem dema serhildanê ye’

Ji bo wê em weke tevgera jinan vê bangê dikin. Rewş her diçe xetertir dibe êdî ji bo tunekirina civakê çi ji destên wan tê dikin. Her kes dizane ku hêviya me ji tu hêzê nemaye. Hêviya me, ji gelê me û jinên azad heye. Bi sekn xwe û helwesta xwe ya zelal, em ê bikaribin gav bi dijimin paşve bavêjin. Ji bo wê jî tê xwestin ku em li her derê  dakevin qadan û hesabê van êrîşan bixwazin. Êdî dem hatiye ku em serî rakin. Çareserî em bi xwe ne helwesta me bi xwe ye.”

‘Kes nikare felsefeya Jin Jiyan Azadî tune bike’

Herî dawî em vê dibêjin: Bi hedefgirtina pêşengên dengê heqîqetê, kes nikare pêşiya felsefeya Jin Jiyan Azadî bigre. Wê deng û felsefeyê, sînorê Kurdistanê û jinên Kurd derbas kiriye û bûye felsefeyeke cîhanî ku hemû jin bi wê felsefeyê diqîrin îro û li azadiya xwe digerin. Ji bo wê jî em dibêjin kesên ku dixwazin vî gelî tune bikin, ew ê tune bibin. Em careke din sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Gulistan Tara û Hîro Behadîn re dixwazin. Her wiha sersaxiyê ji kedkarên çapemeniya azad ku ding û rengê jinên azad in re dixwazin. Serê gelê me sax be.”