TAJÊ: Bila dewleta Iraqê li hemberî êş, daxwaz û birînên civaka me berpirsyartir be

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di daxuyaniya bi mebesta 11’min salvegera rizgarkirina Şengalê de bang li dewleta Iraqê kir ku li hemberî êş, daxwaz û birînên civaka Êzidî berpirsiyartir nêzîk bibe.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi mebesta 11’min salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek weşand. Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku “Em 11’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê, di serî de li gelê xwe yê berxwedêr, li hemû şehîdên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin. Di şexsê fermandarên mezin ên weke Ş. Dilşêr Herekol, Ş. Egîd Cîvyan, Ş. Berfîn Nurheq, Ş. Berxwedan, Ş. Dijwar, Ş. Zekî û Ş. Seîd de, em hemû şehîdên ku ji bo rizgarkirina Şengalê canê xwe feda kirine û pêşengî ji vê destanê re kirine, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Bi fikr û keda Rêber Apo û hewldana dîrokî ya gerîlayên azadiyê, pêşî li qirkirinê hat girtin’

TAJÊ bi bîr xist ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de, civaka Êzidî bi fermaneke qirker û hov re rû bi rû maye û wiha domand: “Bi vê fermanê re, bi hezaran mirovên me neçar man ku ji cih û warên xwe koçber bibin û bedêlên pir giran bidin. Di serî de dayîk û keçên me yên Êzidî, bi hezaran jin ketin destê hovîtiya DAÎŞ’ê û birînên kûr di hiş û dilê me de hatin vekirin. Lê belê, bi fikir û keda Rêber Apo û bi hewldana dîrokî ya gerîlayên azadiyê, pêşî li vê qirkirinê hat girtin. Em di vê roja rizgarkirinê de, fedakarî û keda wan a pîroz bi bîr tînin û diyar dikin ku wefadariya me ya herî mezin, avakirin û parastina Şengaleke azad e.”

‘Ev 12 sal in em birînên xwe dipêçin’

TAJÊ destnîşan kir ku di vê fermanê de êş û zilma herî giran li ser milê jinan bûye û wiha pê de çû: “Ji bo ku civaka me careke din bi karesatên wiha re rû bi rû nemîne, me hêz û rêxistinbûna xwe ya parastinê û saziyên xwe yên civakî ava kirin. Ev 12 sal in em birînên xwe dipêçin û hewl didin pêşî li fermanên nû bigirin. Di vê çarçoveyê de, weke TAJÊ me xebatên pir girîng meşandin û nasnameya azad û vîna serbixwe ya jinên Êzidî derxist pêş.”

TAJÊ diyar kir ku îro li herêmê şerekî dijwar û aloz diqewime û wiha berdewam kir: “Dewletên herêmê di nava qeyranên kûr de ne; tûjkirina nijadperestî û olperestiyê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji vê rewşa aloz, berî her kesî jin zirarê dibînin û tundiya li ser wan zêdetir dibe. Weke jinên Êzidî ku me bedêlên pir giran dane, em bang li hemû hêzên demokratîk, azadîxwaz û xwedî wijdan dikin ku piştgiriya xwe ya bi jinên Êzidî û Şengalê re xurtir bikin.”

Daxwazên ji dewleta Iraqê  

TAJÊ her wiha, bang li dewleta Iraqê kir ku li hemberî êş, daxwaz û birînên civaka Êzidî berpirsiyartir nêzîk bibe. TAJÊ da zanîn ku hîn jî bi hezaran jin û zarokên wan winda ne û aqûbeta wan ne diyar e. TAJÊ got “Ji ber vê yekê, pêwîst e Dewleta Iraqê bi lezgînî van gavan bavêje û daxwazên civaka Êzidî wiha rêz kirin:

“Jenosîda ku li ser civaka me hatî meşandin bi awayekî fermî nas bike,

Ji bo dadgehkirin û hesabpirsîna ji sûcdaran bikeve nava tevgerê,

Ji bo zelalkirina aqûbeta însanên me yên winda, komîsyonên çalak ava bike.”

‘Misogeriya herî mezin a paşeroja me, tenê hêz, vîn û rêxistinbûna civaka me bi xwe ye’

TAJÊ destnîşan kir ku dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya avakirina Civaka Demokratîk daye destpêkirin, ji bo wan jî qonaxeke nû ya nûbûn û xwebûnê dest pê kiriye. TAJÊ daxuyaniya xwe wiha domand: “Îro bi saya keda Rêber Apo û xwîna şehîdên me, em gihîştine îradeyeke mezin a parastinê û têkoşîneke bêhempa. Eger îro Dewleta Iraqê cara yekem vîn û saziyên parastinê yên civaka me qebûl kiribe, ev yek berhema vê têkoşîn û berxwedanê ye. Lê em baş dizanin ku misogeriya herî mezin a paşeroja me, tenê hêz, vîn û rêxistinbûna civaka me bixwe ye. Ji ber vê yekê, divê Dewleta Iraqê tenê bi entegrasyona leşkerî sînordar nemîne; di heman demê de entegrasyona demokratîk a sazî û rêveberiya xweser a Şengalê jî bi fermî nas bike. Her wiha, ji bo misogerkirina mafên jinan li seranserê Iraqê û misogerkirina mafên jinên Êzidî, divê di qadên siyasî û qanûnî de guhertinên bingehîn çêbike û gavên demokratîkbûnê bavêje.”

Di dawiya daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de wiha hat gotin: “Heya ku îradeya gelê me bi temamî were naskirin, ferman bi fermî bibe jenosîd û aqûbeta hemû windayên me zelal bibe, em ê têkoşîn û berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.”