TAJÊ bi daxwiyaniyekê starta 8’ê Adarê da
Bi diruşma “Yekîtî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike” jinên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da.
Şengal – Bi diruşma “Yekîtî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike” jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxwiyaniyekê starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dan. Daxwiyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Sabiha Seberî ve hate xwedin.
Sebîha Sebrî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Roja 8’ê Adarê di serî de li jinên di eniyên berxwedanê de ne piroz dikin. Em tevahî jinên li bermberî dijminê mirovahîyê têkoşîn kirin, meşa xwe ya azadiyê heya dawî berdewam kirin û bi vî awayî navê xwe li dîrokê nivisandine bi rêzdaî bibir tinin û bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin. Bi keda Rêber Apo sitatuya jina avaker û parastvan tê parastin. Jinên Êzidî yên ji hemû aliyan ve hatibûn kolekirin û bê îrade kirin bi perwerda Rêber Apo hemû civak, çand û axa xwe li hemberî dagirkeran diparêzin. Em xwediyê çand û dîroka hezar salî û şehîdên 74 fermanan in. Giyana bi hezaran jinên çeleng ên mîna Dayê Zero, Xatuna Fixra, Zerîfa Osê, Dayê Gulê û Cîlana pêşengan ji bo jinên Êzidî meşaleya hêviyê ne û li ser wê çandê têkoşîna xwe dewam dikin. Çawa ku em bi 74 feramnan xelas nebûn, dê kes niha jî nikare vîna me bişkêne. Emê 8’ê Adara 2022’an bikin sala azadiya hemu jinên bindest, sitatuya Şengala xweser avabikin û jiyana azad mîsoger bikin. Yekîtî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike.”
Daxwiyanî bi diruşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.