TAJÊ bi boneya 8’ê Adarê çû serdana şervanên YJŞ’ê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê serdana YJŞ’ê kir û 8’ê Adarê li şervanên YJŞ’ê pîroz kir. Di serdanê de hat gotin ku dê ala serhildanê her bilind bibe

Şengal – Di çarçoveya kar û xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) serdana Yekîneyên Parastina Jin (YJŞ) kirin. Endamên TAJÊ ji hêla şervanên YJŞ’ê ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de li ser navê TAJÊ Şemê Remo axivî. Şemê Remo 8’ê Adarê di serê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em bi peyama Rêber Apo kêfxweş bûn. Taybet em peyama wî ya ji bo jin û civaka êzidî şandî gelek kêfxweş bûn. Lazim e em wek Rêber Apo gotî xwe ji nû ve ava bikin.”
Li ser navê YJŞ’ê Ronya Azadî jî ev tişt anî ziman: “Em wekî şervanên YJŞ’ê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. 8’ê Adarê ji bo me jinan rojeke pîroz û girîng e. Em ê her li ser şopa jinên ku li dijî zilm û zordariyê serî rakirin û di oxira wê de hatin qetilkirin, bin û her ala serhildanê bilind bikin.”
‘Ji vir heta Îmraliyê em silavên xwe dişînin’
Têkildarî serdanê de Kinê Xidir ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi wesîleya 8’ê Adarê hatine serdana hêza xwe YJŞ’ê.
Kinê Xidir destnîşan kir ku ew hêvî dikin 8’ê Adara îsal bibe wesîleya azadiya jin û civakê û wiha got: “Em wek jinên Êzidî ji vir heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û roja jinan pîroz dikin. Ez bang li jinên Şengalê dikim roja 8’ê Adarê tev li şahiya ku dê li Baxçê Rêbertî pêk were, bibin û daxwaza azadiyê qîr bikin.”