TAJÊ: Bêdengî nîşan dide ku hevkarî heye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek niviskî bikar anîna çekêk kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker û li hemberî vê bêgengiya OPCW şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek niviskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Kurdistanê û bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kir. TAJÊ di daxuyaniya xwe de li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya OPCW jî şermezar kir û got: “Bêdengî nîşan dide ku hevkariyek heye.”

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye;

“Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ji meha Nîsanê heya niha bê navber  erîşên hovane li ser gerîlayên azadiya Kurdîstanê dimeşîne. Ji bo tunekirina gerîlayên  azadiyê hemû teknîk, artêş û çeteyên xwe xistiye tevgerê. Berxwedana gerîla ya heyî  hemû êrîşê dijmin vala derxistine. Ji ber ku Dewleta Tirk li hemberî vîna gerîla    binkeftîye, ji bo vê jî şerekî derveyî ehlaqê mirovatiyê dimeşîne û bi çekê kîmyewî êrişî li ser çeperê gerîla dike. Beramberî karanîna çekên kîmyewî yê Dewleta Tirk di nav  Qada Navneteweyî de bêdengîyek heye. Ruxmê ku dizanin ev yek derveyî hiquqa şer e jî beramberî Dewleta Tirk tu helwest  nayê  danîn.

“Ew bi hawara civaka Êzidî ve hatin”

Êrîşa ku ji milê DAÎŞ ve 3/8/2014’an de, li ser civaka me hati kirin hemû  cîhan  xwe  jêcre  kerr  kiribû. Herî zêde jin hatin hedef girtin ji ber wê  jî ya herî zêde êş kişandî jin bûn. Rewşa ku jin û civaka me  ketibû  nav de, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hawara civaka Êzîdî ve hatin. Ji bo Şenaglê ji destê DIAŞ’ê xilas bikin, gerîlayên azadiyê û PKK’ê  bê  hesab berxwedanîyek mezin dan meşandin. Di encama  vê  berxwedaniyê  de axa Êzidxana pîroz ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgar kirin. Îro jî ev gerîlayên ku me ji destê DAÎŞ’ê rizgarkirin li beramberî wan êrîşeke  pir dijwar ji aliyê Dewleta  Tirk  û   PDK’ê  ve  tê  meşandin. Tenê van rojên dawîyê de 17 gerîlayên azadiyê bi çekên qedexe yên kîmyasalê  hatin qetilkirin.

“Heman hêz in”

Li  hemberî van êrîşan bêdengiya Qada Navneteweyî û OPCW em şermezar dikin. Bêdengiya  heyî  dide  diyarkirin ku hevkarîyek heye û dixwazin tekoşîna  azadiya gelan tune bikin. Em dizanin yê ku îro li ser gerîla êrîş dide meşandin û yên ku di 3/8/2014’an de ji bo koka civaka Êzidî tune bike ferman li ser me rakirin, heman hêz bûn heman demê de yê ku îro bêdeng dimîne jî heman hêz in.

Em  wek  Tevgera  Azadiya  Jinên  Êzidî  (TAJÊ) li  hemberî  êrîşên ku li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê  tên meşandin rawestin. Heya ku Dewleta Tirk û PDK têk biçe em ê di nav tekoşîneke bê hempa de bin. Daxwaziya me ji hemu jinên Êzîdî û gelê azadîxwaz ew e ku li hemberî van êrişan li gel gerîllayên azadiyê  cîh  bigrin.”