TAJÊ: Êşa me jinên Şengalê û gelê Efrînê yeke
TAJÊ têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Weke jinên Êzidî êşa me jinên Şengalê û gelê Efrînê yeke. Ji bo em degirkeriyê ték bibin emé bi rihê Berxwedana Serdemê rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin.”
Navenda Nûçeyan - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Di 4’emîn salvegera dagirkeriya Efrînê de em di şexsê Barîn û Avesta de tevagî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. 20’ê Çileyê sala 2018’an artêşa Tirkiyê û çekdarên wê bi bazareke navneteweyî operasyona ‘çiqila zeytûnê’ ser Efrînê dan destpêkirin. Ev êrîşa ku ji aliyê hin dewletan ve hate destekirin û hêzên navdewletî jêre bêdeng man, bi sedan sivîl kirine qurbanî, bi sedan jî birîndar kir. Wekî tê zanîn piştî heyama 58 rojî ya Berxwedana Serdemê şervanên YPJ, YPG’ê û HSD’ê berxwedanek destanî dan meşnadin.”
“Berxwedana Efrînê rastiya gelê Kurd a berxwedêr nîşanî her kesê da”
TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna gelê Kurd û wiha domand: “Gelê Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê de bûye xwediyê gelek destanên berxwedaniyê. Hertim li dijî dewletên dagirker û qirker bi berxwedanê sekinîne û serî netewandine. Berxwedana gelê Efrînê ya li beramberî faşîzma dewleta Tirk a ku xwediyê teknolojiya NATO’yê bû, karî berxwedana herî mezin a sedsala 21’an nîşan bide û ev helwesta wan ji bo hemû Kurdên azadîxwaz cihê serbilindiyê ye. Rastiya Kurd ya berxwedêr ji her kesî re nîşandan. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tinekirina destkeftên Kurdan û ji holê rakirina nasnameya gelê Kurd, li ber çavê dewletên serdest, bi razîbûna Rûsya û bêdengiya Amerîka û welatên Ewropî, bi 72 balefirên şer û hezaran leşker û çeteyan li dijî gelê Efrînê dest bi êrişê kir. Di wan êrîşa de ji xwezaya Efrînê bigire heta bi zarok jinan qetil kirin. Ji wê demê ve bi sedan jinên ji aliyê çeteyên dagirkerên Efrînê ve hatin revandin û tecawz kirin.
Di êrîşên ku dewleta Tirik li Efrînê kirin de ruyê dewleta tirik ê rast xwiya bû. Heta roja îro jî ew êrîş berdewame û bi sed hezara xelkê Efrînê koçberin. Dewleta tirk û çekdarê xwe jî li Efrînê bihovîtî û xerabiyê rojane welatiyan direvînin û qetil dikin. Di çarçoveya guhertina demokrafîk de her cihê dîrokî yé kevinar û pîroz xera kirin û cihé wan mizgeft û dibistanên olî yên radîkal ava kirin . Her weha di malén milet de xelké derve anîn bi cih kirin.
Wek Tevgera Jinên Êzidî em bang li tevayî hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên dilsoz û bi taybet em bang li rêxstinên jinan dikin ku li beranberî van êrîşan bê deng û bé helwest nemînin. Weke jinên Êzidî êşa me jinên Şengalê û gelê me yê Efrînê yeke, doza me jî yeke, xwîna me jî yeke. Ji bo em degirkeriyê ték bibin emé bi wî rihî tekoşîn bikin li ser xeta şehîdan berxwe bidin û rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin.”