TAJÊ 19 jinên Êzidî yên hatibûn qetilkirin bibîr anî

TAJÊ derbarê 9’emîn salvegera şewitandina 19 jinên Êzidî de daxuyanî da û 19 jinên berxwedêr bibîr anî. TAJÊ ji bo zelalkirina nasnameya 19 jinên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn şewitandin, bang li hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî kir.

Şengal Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 9’emîn salvegera şewitandina 19 jinên Êzidî yên ku di sala 2016’an de li Musilê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn şewitandin, li Sinûnê ber çerxa Mam Zekî daxuyanî da.

Daxuyanî ji hêla berdevka komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şingalî ve hat xwendin.

Suham Şingalî diyar kir ku zihniyeta desthilatdar di fermana 74’an de ji bo ji holê rakirina baweriya êzidiyatî ku yek ji kevintir baweriya li ser axa Mezopotamyayê ye, destpêkê jinan kiriye hedef û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi ser civaka Êzidiyên li Şengalê pêk anî. Bi hezaran Êzidi ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Mûsil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên êzidĩ yên ku dîl hatin girtin, bi zorê ji baweriya wan a Êzidiyatiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne diyar nîn e.”

Ji ber dev jê baweriya xwe bernedan hatin şewitandin

Suham Şingalî bi bîr xist ku di sala 2016’an de 19 jinên Êzidî ji ber dev jê baweriya xwe bernedane ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatine şewitandin û ev nirxandin kir: “Di hezirana sala 2016’an de, çeteyên DAIŞ’ê di meha remezanê de 19 jinên Êzidî ku ji ber dev ji baweriya xwe ya Êzidiyatiyê bernedan, jiyana kole ya cariyan red kirin û qebûl nekirin ku rojiyan bigirin, şewitandin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê wan li kolanên Mûsilê digerînîn, piştre bi sedan kesên sivîl kom dikin û di qefesên hesinî de 19 jinên Êzidî bi saxî dişewitînin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin ji dinyayê re da diyarkirin ku DAIŞ rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di 9’emîn salvegera şewitandina 19 jinên êzidi ên berxwedêr de, di şexsê wan de em hemû şehîdên fermanê bibîrtînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. Em dibêjin bi têkoşîn û berxwedanê em ê hesabê vê bûyerê û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji dijmin bixwazin.

Iraq û cîhan hê jî bêdeng in

Di daxuyaniyê de Suham Şingalî destnîşan kir ku heta niha hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hember vê bûyerê bêdeng in û wiha domand: “Şewitanadin ango qirkirina jinan tê wateya şewitandin û qirkirina jiyanê. Ev kiryarên DAIŞ’ê heya dawî dervayî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye, dervayî zagonan e. Bêguman ev bûyera biêş hêrsa me li hemberî dijmin mezin dike. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatine aşkerakirin û tu lêkolîn li ser nehatiye kirin. Heya vê kêliyê hikûmeta Iraqê, saziyê mafên mirovan, saziyê jinan her wiha civaka navneteweyî di nav bêdengiyekê de ne, helwestek cidî nîşan nedane.”

Bang û daxwaza TAJÊ

Daxuyaniya TAJÊ bi bangawazî û daxwazê bi dawî bû: “Ji bo ev bûyera giran a şewitandina 19 jinên êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemîne, her wiha ji bo têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe, em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di serî de bang li hikûmeta Iraqê, li tevahî saziyê jinan, mafê mirovan û giştî civaka navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyartiyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin. Li ser vî esasî em vê daxwazê dikin:

Ji bo nasnameya 19 jinên Êzidî  bên zelalkirin û aşkera kirin, her wiha çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin. Bi taybet ji hêla hikûmeta Iraqê û dewletên navneteweyî ve hewldanek cidî bê pêşxistin û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin.”