Sûzan Hesen Ferec bû yekem jina berendama şaredariya Kifrî

Di dîroka Kifrî de yekem car e ku jinek pêwera serokê şaredariyê digre û dibe berendama seroka şardariyê, ger rêgirî lê neyê kirin wê bibe yekem jina seroka şaredariya Kifrî.

HAWJÎN ŞIKUR

Germiyan – Hebûna jinan a di pêwira rêveberiyê de, hêza wê rêvebirinê, bi xizmet, aramiya ku ew dikare pêk bîne, dikare xebatek baş bimeşîne. Di roja îro de girtina pêwira bilind a di nav jin û mêran de ketiye di nava rekabetê de, ji ber jin dikarin vê pêwirê bi cih bînin û dikarin di rêveberiyê de kar bikin.

Yek ji mînakê van jinan a ji bo pejirandina îrade û hêza rêveberiyê, Sûzan Hesen Ferec e ku bûye berendamê seroka şaredariya Kifrî û ger qezenc bike wê bibe yekem seroka jin a şaredariya Kifrî.

Sûzan Hesen Ferec a li bajarê Kifrî ya girêdayî îdareya Germiyan ji dayîk bûye, qonaxên xwendina seretayî, navîn û amadeyî li Kifrî temam kiriye û zanîngeha Dihokê temam kiriye. Sûzan niha karmend e û di serokatya şaredariya Kifrî de bûye berendam, ger qezenc bike wê pêwira serokê şaredariyê bi dest bixe.

“Jin dikarin rêveberiyê bikin û erkê xwe bi cih bînin”

Sûzan Hesen Ferec a di şaredariya Silêmanî de xwedî ezmûnek ya 11 salan e û nêzî 6 salan e di qada zeviyan de kar kiriye ji ajansa me axifî û wiha got: “Tu rêgiriyek zagonî nîne, lê belê aqilê mêr serweriyê dike ku civak baweriya xwe bi jinê nêyne. Di demekê de gelek jinên serketî di aliyê cûda de heye, ger rêgiriya min nekin derfet bidin min erkê seroka şaredariyê bikeve ser milê min ezê hemû hêza xwe ji bo rêvebirinê bikar bînim. Ez naxwazim sozan bidin û piştre nekaribim van bi cih bînim. Lê belê bi hemû hêza xwe ezê weke jinekê hewil bidim ji bo xizmetkirina bajarê Kifrî bê cûdahî bikim û wê jin jî bikaribin hîn zêdetir di rêveberiyê de cihê xwe bigrin.”

Biryare îro 3’ê Tîrmehê pêwira serokê şaredariya Kifrî di nava sê berendaman de ku yek jê jine Sûzan Hesen Ferac e were hilbijartin.