Suweydayî bi kampanyaya dîjîtal daxwaza xwerêvebirinê dikin

Li bajarê Suweydayê, li hemberî binpêkirin û pêlên koçberiyê, kampanyayek hat destpêkirin û daxwaza mafê çarenûsî hat kirin. Di heman demê de gel ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza serxwebûn û xwerêvebirina xwe bi xwe kir.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Di 16’ê Îlonê de kampanyeyek dîjîtal hat destpêkirin, daxwaznemeyek ji Neteweyên Yekbûyî re hat şandin û daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê Suweydeyê hat kirin. Roja din jî di bin çavdêriya komek parêzeran de û bi hevhangiya saziyên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî de kampanyayek li meydana Kerama û li hinek navnedên din ên bajêr, hat destpêkirin.

Di roja destpêkê de hem bi riya dîjîtal, hem jî bi awayekî şexsî zêdetirî 10 hezar îmze hatin berhevkirin. Li gorî berpirsan, ev îmze peyameke zelal a gelê Suweydayê nîşan dide ew jî windakirina pêbaweriya li dijî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û daxwaza diyarkirina çarenûsa xwe.

Armancên kampanyayê û daxwazên gel

Parêzer Henan Şeref El-Dîn, yê ji şaxa sendîkaya parêzeran a Suweydayê armancên yasayî û siyasî yê kampanyayê wiha şîrove kir: "Me li Suweydayê kampanyayek îmzeyan ji bo mafê çarenûsî da destpêkirin. Ev yek piştî binpêkirinên mezin ên ku ji aliyê komên tekfîrî û selefî ve bi piştgiriya rêveberiya demkî hatine kirin çêbû. Van koman bi hezaran sivîlên bê parastin qetil kirin û zêdetirî 700 jin, zarok û kal û pîr hatin revandin. Zêdetirî 200 hezar welatî ji 38 gundên ku hatin şewitandin û bi tevahî wêrankirin, hatin koçberkirin. Bajar niha jî di nava dorpêçek de ye, pêdiviyên jiyanî nakevin herêmê. Ev jî qeyraneke mirovî ava dike."

Henan Şeref El-Dîn, di aliyê yasayî de jî wiha axivî: "Mafê çarenûsî di hiqûqa navneteweyî de têgeheke ku tê wateya dayîna şiyana diyarkirina bi azadî ya şêweyê desthilatdariya ku ew dixwazin û rêbaza bidestxistina wê ji gelan re ye. Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ev maf di biryara 2787’an a sala 1972'an de û di biryara 3970 a sala 1973'an de diyar kir ku dewletan endam mecbûr kirin mafê çarenûsî yê gelan nas bikin û piştgiriya madî û exlaqî bidin wan."

'Ji ber binpêkirinan tu rewabûna dewletê nemaye'

Henan Şeref El-Dîn bal kişand ser binpêkirinên ku li Suweydayê rû dane û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tiştên ku li Suweydayê qewimîn, nîşan dan ku tu rewatiya dewletê ya ji bo temsîlkirina hemû welatiyên xwe nemaye. Dewletê li ser bingeha paşxaneyên olî û etnîkî hemû mafên welatiyên xwe binpê kirin li ser gel êrîşên ji bo qirkirinê kirin. Li vir, welatî êdî bi dewletê re girêdayî nîn in, jê bawer nakin û tu rewatiya wê nemaye. Zagona navneteweyî ji bo misogerkirina jiyana bi rûmet û bi ewle ji bo wan pêwist dibe. Cenaze hê jî nehatine veşartin û birînên me bêderman mane. Jenosîda ku li Suweydayê qewimî bi lihevhatinê yan jî vekirina deriyan nayê çareserkirin. Mafê çarenûsî daxwazek giştî ya hemû şêniyên Suweydayê ye."

'Min ji bo xwe û hemû jinan îmze kir'

Xeydaa El-Sehnawî, dema ku daxwaznameya kampanyayê îmze kir, hestên xwe wiha anî ziman: "Ez belgeya xwerêvebirinê îmze dikim, ji ber ku piştî komkujiyên li dijî zarok, jin û ciwanên me hatine kirin mafê me heye em çarenûsa xwe diyar bikin. Em ne bindestên vê desthilatdariya neheq in ku ketiye Suweydayê û komkujî pêk aniye. Mafê me heye ku em çarenûsa xwe diyar bikin. Em rastî hemû cureyên neheqiyê tên; em tên revandin, dîlgirtin, tecawiz û şîdet li dijî jinan tê kirin. Em ewlehî û ciwaniya xwe winda dikin. Ez ji bo xwe û hemû jinan îmze dikim û divê hemû jin îmze bikin da ku çarenûsa xwe diyar bikin û ewlehiya xwe biparêzin."

'Em jin yek in'

Aktîvîst Rîm Radwan, têkildarî rola jinan di kampanyayê de wiha got: "Em îro li vir in da ku çarenûsa Suweydayê bizanibin û serxwebûnê bixwazin. Jin divê piştgiriyê bidin civakê, mil bi mil, bi yek dil û yek giyanî bisekinin da ku bigihîjin cihekî baştir ku mafên ciwanên wê biparêze. Divê em çarenûsa windayan bizanibin û ji bo zarokan pêşerojek çêtir misoger bikin. Em dixwazin zarok xwedî pêşerojek xweşik û cihêreng bin."

‘Tevlîbûna beşdaran gelek zêde ye’

Mamosteya malnişîn Îqbal Ferec, pesnê beşdarbûna gel da û got: "Kampanya bi awayekî berbiçav gelêrî bû. Hemû kes motîve bûn û dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin. Em xelkê Suweydayê bi kuştin, qirkirin, îşkence û rûreşiyê re rûbirû mane. Mafê me yê xwezayî heye ku em bi destên xwe çarenûsa xwe diyar bikin, binivîsin û li dijî binpêkirinên ku li Suweydayê qewimîne serî li rayedarên pêwendîdar ên li cîhanê bidin.”

‘Kampanya vegerek bi ewle mîsoger dike’

Buthaina Junaid a ji bajarokê Walghayê, wiha axivî: "HTŞ ket gundên me, malên me şewitandin û em ji cih û warên xwe hatin derxistin. Mafê me heye ku em serxwebûnê bixwazin û em herî kêm bikaribin vegerin malên xwe û di ewlehiyê de bijîn. Daxwazek xurt heye ku daxwaznameya serxwebûnê were îmzekirin. Niştecih kêfxweş in ku derfeta wan heye îradeya xwe nîşan bidin."

‘Em dixwazin sûcdar hesab bidin’

Endezyar Hanîn Xelîfe ji Meydana Kerameyê axivî û daxwaza mafên xwe yên rewa û xwezayî yê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe kir. Hanîn Xelîfe, bi van gotinan qala daxwazên xwe kir: "Em ji ber komkujiya ku ji aliyê hikûmeta El-Colanî û alîgirên wî ve li dijî gelê Suweydayê hatiye kirin, di vê rewşê de ne. Em daxwaz dikin ku ew li qada navneteweyî hesab bidin û komîsyonek lêpirsînê ya navneteweyî divê were avakirin ku komkujî û binpêkirinên qewimîne lêkolîn bike. Pirsgirêka me êdî ne tenê nakokiyek bi hikûmetek navendî re ye, di navbera pêkhateyan de pirsgirêkek hebûnî ye. Em nikarin bi ferasta ku porê jinan şerm dibîne re bijîn. Jin hebûnên serbixwe ne û xwedî maf û berpirsiyarî ne. Em bang li hemû welatan dikin ku ji bo serxwebûnê alîkariya me bikin da ku em bikaribin maf û pêşeroja zarokên xwe bigrin bin temînatê."