'Sûcên Îranê di bin sîbera rêkeftinên siyasî de veneşêrin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku tu rêkeftineke siyasî ya di navbera DYE û Îranê de nabe ku sûc û xwîna xwepêşanderan veşêre. Rêxistinê destnîşan kir ku li Îranê çerxa bêcezatiyê zêdetir bûye.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), di daxuyaniya xwe de der barê "metirsiya qetlîamên girseyî yên zêdetir a li Îranê” de hişyariyan da û diyar kir ku têkçûna civaka navneteweyî di dabînkirina edaletê ya têkildarî tepeserkirinên xwînî ya xwepêşandanên Kanûna 2025’an de, dibe sedema berdewamiya çerxa bêcezatiyê ya Komara Îslamî ya Îranê. Rêxistinê, tekez kir ku di nava Îranê de ji bo bidestxistina edaletê tu hêviyek nîne û divê mekanîzmayên edaletê ya cezayê ya navneteweyî wekî "pêşîniyek lezgîn û nayê muzakere kirin” bên pêkanîn.
Gav neavêtina civaka navneteweyî
Cîgira Rêvebira Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Dîana Eltahawy, destnîşan kir ku şeş meh li ser qetilkirina xwepêşanderan li Îranê derbas bûye û gav neavêtina civaka navneteweyî ya ji bo hesabpirsîna berpirsiyaran wekî "mezûr nayê dîti” bi nav kir. Dîana Eltahawy, diyar kir ev rewş gihîştina edaletê ya kesên saxmayî û malbatên kesên hatine qetilkirin asteng dike û xeteriya dubarekirina sûcên bi heman awayî zêde dike.
Rêkeftina siyasî ya DYE û Îranê divê sûcan veneşêre
Rêxistina Efûya Navneteweyî, îdia dike ku hêzên ewlehiyê yên Îranê di xwepêşandanên meha Kanûnê de hêza kujer bikar anîne, bi hezaran xwepêşander û sivîlan qetilkirine û kesên berpirsiyar hê jî nayên zanîn. Her wiha Rêxistinê, hişyarî da ku her rêkeftineke siyasî ya potansiyel a di navbera Îran û DYE’yê de divê li ser binpêkirinên mafên mirovan û sûcên îdiakirî yên li dijî xwepêşanderan negre.
'Îranê bişînin dadgeha cezayê navneteweyî'
Rêxistina Efûya Navneteweyî, bang li welatên endam ên NY’ê kir ku mijara binpêkirina mafên mirovan û bêcezatiyê li Îranê bikin mijara xwe ya herî girîng û piştgirî bidin mekanîzmayeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe û ji bo ku Îranê bişînin Dadgeha Cezayê Navneteweyî gavên şênber bavêjin.
Girtin, windakirin û zextên li ser malbatan berdewam dikin
Rêxistinê, destnîşan kir ku girtinên girseyî, windakirinên bi zorê, sînordarkirinên azadiya civînê, zextên li ser malbatên xwepêşandarên hatine qetilkirin û darvekirinên piştî xwepêşandanan berdewam dikin.
Piştî aloziyên leşkerî darvekirin zêdetir bûn
Rêxistina Efûya Navneteweyî, ragihand ku piştî aloziyên leşkerî ya li herêmê, darvekirin zêde bûne, herî kêm 44 kes hatine darvekirin û gelek kes jî di bin xeteriya darvekirinê de ne. Rêxistinê, tekez kir ku divê di tu rêkeftineke siyasî ya bi Îranê de mafên mirovan, edalet û mafên xwepêşanderan neyên paşguhkirin.