Starta 8'ê Adarê li Mêrdînê hat dayîn

TJA’yê starta xwe ya 8’ê Adarê li navçeya Kerboran a Merdînê ku bajarê Garîbe Gezer a li girtîgehê jiyana xwe ji dest dayî, da. Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê jî ji bo çalakiyên bi wesîleya 8'ê Adarê li bajêr bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Merdînê bajarê Garîbe Gezer a li girtîgehê jiyana xwe ji dest dayî, da. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay û parlamenterên wan Pero Dundar, Nuran Îmîr û Feleknas Uca beşdarî çalakiyê bûn. Dayika Garîbe Gezer Halîme Gezer û xwişkên wê jî beşdarî çalakiya ku jin bi kincên xwe yên neteweyî cih digirtin, bûn.
Jinan pankartên bi dirûşmên, “Dem dema azadiya jinan e” û “Berxwedana Garîbe berxwedana hemû jinên ciwan e” vekirin. Her wiha wêneyên Garîbe Gezer û Denîz Poyraz hilgirtin. Çalakî bi meşa jinan dest pê kir.
Dayika Garîbe Gezer Halîme Gezer bi gotina "Ev daweta Garîbe ye" silav da jinên tevlî çalakiyê bûn.
“Em serhildana xwe bilind dikin”
Eylem Amak a diyar kir ku ew ê 8’ê Adarê bi rihekê berxwedêr û têkoşer pêşwazî bikin û wihaaxaftina xwe wiha domand: “Em starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê îro li Kerboranê didin. Em soz didin tekoşîn û berxwedana rêhaval Garîbe Gezer bidominin û tekoşîna wê mezin bikin. Sala 2021’ê ku têkoşîna azadiya jinê, bû jêderka tirsê ya desthilatdaran saleke ku polîtîkayên qirkirina jinan gihiştiye asta hovîtiyê. Pergala serdest a mêrane ku êrîşî nirxên civakî yên jinan dike, bi pêkanîna qirkirina jinê, bi hemû polîtîkayên xwe yên qirêj û zexel dixwaze rastiya tevna civakî jî parçe bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê jinê ye pir baş dizane ku, wê bi jinên azad re jiyan azad bibe û desthilatdariya wan bi dawî bibe. Wekî jinên Kurd ku li ser vê bingehê bi sepanên tekparêz û navendîparêz di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên zayendîparêz, olperestî û neolîberal de ne, em ji bo hesabpirsîna hemû êrîşan bi hêza xwe ya xweîradeyî di 8'ê Adarê de careke din serhildana xwe mezin dikin."
“Em ê tecrîdê bişkînin”
Eylem Amak a serpêhatiyên Garîbe Gezer ên di girtîgehê de bi bîr xist, bal kişand ku polîtîkayên şerê taybet bi kûrahî û vekirîtir tên meşandin. Eylem Amak têkildarî polîtîkayên tecrîdê jî wiha got: “Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, tecrîd bê rakirin. Pergalkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkên civakî hîn girantir dike. Li hember desthilatdariya ku bêçaresertiya pirsgirêka kurd di qirkirin, înkarkirin, bişaftin û qedexeyan de digere paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalanî, îfadeya ku wê jiyanê bi nirx bike ye. Em ê wek jinên tekoşer hemu çalaki û kiryarên xwe de azadkirina birêz Ocalan biqîrin û tecrîdê bi têkoşîna xwe bidawî bikin."
Pero Dundar diyar kir ku ew di rojên dîrokî de derbas dibin û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî hemû zextan. Dema daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû, jinan bi govendê 8’ê Adarê pîroz kirin.
DAKAP’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.
Ji Komîteya Amadekar a ji bo çalakiyan hatiye avakirin Fatma Yildirim, diyar kir ku wan 8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê pêşwazî kirine û destnîşan kir ku wê bi jinên azad re jiyan azad bibe.
Fatma Yildirim di daxuyaniya xwe de bivan gıtinan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet: "Polîtîkayên fuhûş û madeyê hişbir yên bi armanca şikandina vîna gelê Kurd, qirkirina wan û qutkirina ji çand, huner û dîroka gelê Kurd, bi destê çeteyan bi awayekî sîstematîk li Kurdistanê tê meşandin."
Fatma Yildirim bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên wekî Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk û diyar kir ku yek ji mijarên herî krîtîk ên çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane azadiya girtiyên siyasî ye.
Salnameya çalakiyên 8’ê Adarê
 
Fatma Yildizhan çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajêr jî eşkere kir.
* 1’ê Adarê: Dê bi cil û bergên gelêrî li ber Misgefta Uluyê starta xebatan were dayîn û dê ji girtiyên jin re qert bên şandin. (11:00)
* 5’ê Adarê: Dê tevli çalakiya Xizmên Windayan bibin.(12:00)
* 5’ê Adarê: Dê li Kolana Hunerê belavok bên belavkirin.(15:00)
* Weke pêkhateyên DAKAP'ê dê di hefteya 8'ê Adarê de her roj wek yek sazî ziyareta dayikên Nobeda Edaletê bikin.
* Di hefteya 8’ê Adarê de dê li her navçeyê belavok bên belavkirin.
* 8’ê Adarê: Em ê li Qada Îstasyonê mîtîngeke girseyî li dar bixin. (13.00-17.00)