SOHR: Ji destpêka salê ve li Sûriye 227 jin hatin qetilkirin

SOHRˈê ragihand ku ji destpêka îsal ve li Sûriyeyê 227 jin hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve 227 jin li Sûriyeyê hatine qetilkirin.

Li gorî SOHRˈê, ji 227 jinan, 82 hatine qetilkirin, 27 jin ji ber bermahiyên teqemeniyên şer, 14 jin di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, 3 jin ji aliyê çeteyên DAIŞˈê ve û 91 jin jî di rewşên cuda de hatine qetilkirin.

SOHRˈê bi bîr xist ku sala bûrî 241 jin hatibûn qetilkirin.