Siyasetmedarên Mexribê astengiyên li pêşiya nûnertiya siyasî nîqaş dikin
Komxebatek bi armanca vexwendina nifşê ciwan ji bo jiyana siyasî, pêşxistina rewşa jinan û hebûna wan di navendên xebatên siyasî û biryargirtinê de li Mexribê hat lidarxistin.
Mexrib – Navenda Perwerdehiyê û Nirxê li Mexribê, komxebatek li ser rola jinên hilbijartî di xurtkirina nirxên beşdariya siyasî de, motîvekirina ciwanan bi taybetî xwendekaran ji bo siyasetê û naskirina wan bi rola jinên hilbijartî di qada siyasî de, bi beşdariya komek ji çalakvanên siyasî li dar xist. Komxebatê bal kişand li ser destkeftiyên jinên Mexribê di hemû qadan de ku siyaset jî di nav de ji bo baştirkirina rewşa jinan û xurtkirina hebûna wê di qada siyasî û navendên biryardayînê de, dê bêne bilind kirin.
"Tevlîbûna jinan di siyasetê de xala bingehîn a demokrasiye ye"
Beşdarên komxebatê tekez kirin ku tevlîbûna jinan di jiyana siyasî de xala bingehîn e ji bo bidestxistina demokrasiyê ku bingeha wê wekheviya zayendî ye. Beşdaran tekezî li ser xurtkirina şiyanên jinên hilbijartî û dayîna rola wan ya rastîn bi gihandina navendên biryargirtinê.
Di dawiya komxebatê de, çalakvanên siyasî bang li ciwanan kirin ku bi karê siyasî re mijûl bibin, ji ber ku Mexrib hewcedariya wê bi hêzên ku bikarin civakê li ser astên siyasî, aborî û civakî pêş bixin heye.