Siyasetmedarên hatin tehliyekirin bi gel re hatin ba hev

Siyasetmedarên hatin Amedê diyar kirin ku ew hatine tehliyekirin, lê ji bo azadiya rast rêyeke cidî heye û destnîşan kirin ku dema rêxistinbûyîna hevpar û avakirina aştî û demokrasiyê hatiye.

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedarên jin Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata yên ji Doza Kobanê tehliye bûn li Avahiya DEM Partiyê ya Amedê ya li Peyasê bi gel re hatin ba hev.

Sabahat Tuncel ku ji memlekete xwe Meletî hatî, di navde hevserokê Giştî yên Partiya Herêmên Demoqratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlementerên bajar jî di nav de kom li ofîsa petrola ketian bajar de hatin pêşwazîkirin. Jinên siyasetmedar piştre li avahiya partiye bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hatin pêşwazîkirin. Di serlêdanên de Hevseroka DEM Partiyê Pinar Sakik Tekin axivî û got: "Ew ê têkoşîna me heta derketina hemû hevalên me dewam bike."

Gultan Kişanak: Li dijî rêxistina xirab, em ê başiya bi rêxistin pêkbînin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, da zanîn hatina wan a gel hevdu gelekî xweş e û got: “Em ê hatina gel hev hîn zêde bikin. Em li vir 3 heval in lê belê aqilê me dilê me hestên me bi hevalên me re ne. Em dixwazin her kes bextewar bin. 8 salên dawî de li ser navê bêhiqûqiyê her tişt hat kirin. Dozên kumpasê yên siyasî hatin vekirin. Me got em rehîneyên siyasî ne. Ev yek wiha nameşe. Ji bo aboriya vî welatî baş bibe û ji bo îtîbara qada navneteweyî divê ev polîtîka bi dawî bibin. Em ê deriyên girtîgehan vekin û em ê hemû rehîneyên siyasî derxin. Divê pirsgirêkên welêt ne bi girtîgehan, bi rê û rêbazên rast bê çareserkirin. Kesên ev 30 sal in di girtîgehan de ne û tehliye nebûne hene. Bi darizandina ne adîl tên girtin. Yek ji navenda tecrîda giran Îmrali ye. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li her derê welêt belav bûye. Wexta em tecrîda li derve têk bibin em ê ya li girtîgehan jî têk bibin. Divê pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyene, demokratîk bê çareserkirin. Dewamiya rêwitiya bi polîtîkayên şer ne pêkan e. Ez difikirim ku ji bo başiyeke hevpar serdema avakirineke hevpar hatiye. Em tehliye bûn lê belê ji bo azadiyê rêyeke me ya cidî heye. Ez kesên li derve piştgirî dan girtîgehan silav dikim. Derve jî veguheriye girtîgeheke mezin. Em rêhevalên xwe yên li girtîgehan silav dikin. Em van deriyan bi hev re vekin.”

Sabahat Tuncel: Ev tehliye azadiyê îfade nake

Piştre Sebahat Tuncel axivî û da zanîn wê silavên  hevalên li girtîgehê ên ku bi dirûşemya ‘Jin Jiyan Azadî’ ew bi vere kirin aniye û got: “Em tehliye bûn lê belê em nikarin behsa azadiyeke rast bikin. Em encax bi hev re azad bibin. Dema em meseleya kurd çareser bikin em ê azad bibin. Em tiştên tê xwestin di doza kumpasê ya Kobanê de bê kirin teşhir bikin. AKP-MHP-Ergenekonê li dijî DAÎŞ'ê sosyalîst, kurd ceza kir. Em vê encamê nas nakin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin.”

‘Piştevaniya li girtîgehan jî tê cezakirin'

Sabahat Tuncel navên girtiyên ji Doza Kobanê nehatin tehliyekirin yek bi yek jimart û da zanîn bi hezaran kes di girtîgehan de ne û wiha got: "Ev ne tenê pirsgirêka malbatn e. Piştevaniya li girtîgehan jî tê cezakirin. Azadî maf e û girtina vî mafî sûc e. Bi sedan hevalên me hene ku infaza wan tevî qediyaye jî di girtîgehan de tên ragirtin. Ev nayê qebûlkirin. Em sepanên faşîzmê, tundî û zextê qebûl nakin. "

‘Em ê bi hevgirtinê Tirkiye bibin cihê ku heq kiriye’

Sebahat Tuncel diyar kir ku li cîhanê tecrîd wek sûcê mirovahiyê tê dîtin û got: "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Gelê Kurd û Gelên Tirkiyeyê mehkûmê tarîtiyê dikin. Aştî, demokrasî û azadî li Îmraliyê hatiye kilitkirin. Sepandinê li vir tên kirin belavî li her derê bûye. Ji bo bi rakirina tecrîda giran a li hemberî Birêz Ocalan divê reyek bê vekirin û ev yek girîng e. Me di televîzyonan de pîrozbahiyên Newrozê temaşe kir. Her kes aştiyê daxwaz dike. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ya sereke hilweşandina pergala tecrîda Îmraliyê ye. Doza Gezî û Doza Kobanê heye. Pêvajoya ku her du jî diqewimin heman pêvajo ye. Yek li Tirkiyeyê û yê din li eniya Kurdistanê ye. Xwişk û biratiya van her duyan têkelî hev wê bi kêrî me hemûyan bê. Ev her du doz ne meseleya Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Can Atalay û Osman Kavala ye. Pêwîste ev xwişk û biratiya Gezî û Kobanê pêş bikeve. Em bi hev re dikarin vî welatî bigihînin aştî û demokrasiyê.”

'Divê em bi hev re rêxistin bikin'

Sebahat Tuncel bal kişand ser ‘Plana têkbirînê’ ya sala 2014'an û wiha got: “Ji aliyekî kurd hatin girtin, ji aliyekî bêdeng û bê ziman hiştin. Bi rejîma qeyûman jî vîna gel xesp kirin. Di sala 2024’an de ev siyaseta AKP’ê têk çû. Ji ber ku kurdan di sindoqan de, li kolanan û li salonên dadgehê li ber xwe dan. Tirkiye xistin nav tarîtiyeke wiha. AKP îro di rewşa xwe ya herî qels de ye. Guhertina rengê nexşeyê daxwaza edalet û aştiyê ye li welat e. Divê em vê bi hev re rêxistin bikin. Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, rewşenbîr, jin, tevgera ekolojiyê û her kesên ji aliyê vê pergalê ve tên tunehesibandin û bindestkirin bên cem hev. Ma ew hevgirtinê wek sûc dibînin, em ê bi hevgirtinê re bibin cihê ku heq dike? Şer û pevçûn li ber deriyê me ye. Li Rojhilata Navîn pêşketin hene. Hevgirtina bi Gelê Kurd re bi qasî hevgirtina gelên bindest ên Filistînê girîng e. Em dikarin bi hatina gel hev û bi rêxistinbûyîna hemû pirsgirêkên xwe yên girtîgehê û civakî çareser bikin, aştî û demokrasiyê ava bikin.”

Ayla Akat Ata: Erkê meye em dawî li vê pêvajoyê binîn

Herî dawiyê Ayla Akat Ada axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li derve ev mijar dibe ku wisa hêsan xuya bike lê belê ji bo girtiyan ne wisa ye. Ji bo girtiyên li ber xwe didin, divê her kesê xwe tevlî vê pêvajoyê bike. Nahêlin ku parêzer û malbat bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Bi van sepandinan aştiyê dîl digirin. Me li girtîgehê bi hev re biryar girt. Em ê di çalakiyan de li qadan dengê xwe bilind bikin û piştevaniya xwe mezin bikin. Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên ku divê bên tehliyekirin hene, lê ji hêla Lîjneya Şopondina Îdarî ve tehliyekirin tê astengkirin. Di sala 1997’an de min dest bi têkoşîna mafên mirovan kir û ez vê demê ciwan bûm. Li Tirkiyeyê di sala 2013'yan de qanûna înfazê bi TMK'ê re cuda bû, lê niha rewşeke ku vê derbas dike heye. Lîjneya Şopandina Îdarî niha tehliyeyan asteng dike û hevalên me tên cezakirin."

‘Dê têkoşîna çareseriya demokratîk bidomînin’

Ayla Akat Ata di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşînê û wiha dom kir: "Ji bo têkbirîna tecrîda li Îmraliyê tê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînim. Heta îro gelek bedelên mezin hatin dayîn, em ê niha bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Doza Kumpasê ya Kobanê, dozeke tolhildanê ya pêvajoya çareseriyê bû. Biryara ku derbarê me de hat dayîn nîşaneya vê yekê ye. Me dît ku têkoşîna çareseriya demokratîk hat darizandin. Di piştperdeya dozê de neçareserkirin heye. Lê belê em dibêjîn bi çareseriyê jiyan heye û em ê bijîn. Ji Dadgehên Îstîklalê, heta DGM ya 100 salên dawiyê yên Komarê, dadgehên taybet darizandina me dike. Heke em bi dadgehên taybet tên darizandin dê rojek ew jî bên darizandin. Heke me ceza girtibe dê ew jî ceza bigirin. Li vir têkiliya baweriyê nîne. Heza me heye ku kê bê îktîdarê jî em dikarin çareseriya demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşînê bidomînin. Ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajoya 9 salan gelek wext daye mirovan ku bifikirin."

 ‘Me hêz ji gelê xwe girt'

Ayla Akat Ata destnîşan kir ku heta ku demokrasî pêk neyê, pirsgirêka aborî û tundiyê nayê çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez kurd im, Kurdistanî me. Ez Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye. Tevgera Jinên Kurd tu carî nasekîne û ji ber vê sedemê jî fikr û raman her zindî dimîne. Xwezî me bi rojan 5 hevokan rave nekira. Ger ku ev yek di wateya destûrî de neyê qebûlkirin, weke kurdek e Tirkiyeyê, eger em hîna ji bo gotina 'Kurdistan, çareseriya demokratîk' tên darizandin, eger em bi gotina 'Tevgera Jinên Kurd a ku ez afirandim heye, hêza herî dînamîk e', tên darizandin em li vir in. Em tên girtin û pişre tên berdan, em azadiya qismî dijîn, lê pêvajoyên ku em dijîn sexte ye. Hevalên me yên beriya min hatin girtin û hatin berdan hene. Erka me ye ku em dawî li vê pêvajoyê, vê xeletiyê bînin. Me hêza herî mezin ji gelê xwe, ji dayikên xwe girt. Me ji gotina gelê xwe 'Tariya herî tarî de ronahî heye, em li wir dimeşin' esas girt."

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadi” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.