Siyasetmedarên girtî beşdarî danişînê nebûn

13 siyasetmedarên girtî ku Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û Fîgen Yuksekdag jî di nav de tevlî danişîna Kobanê ya ku kontrola girtîbûnê lê dihat kirin nebûn.

Naevenda nûçeyan-Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Rewşa girtinê ya kesên girtî hate nirxandin. Di danişîna ku tê payîn ku biryar were aşkerekirin de şandeya dadgehê biryar dabû ku dê dîrokeke din de biryar were dayîn. Şandeyê têkildarî danişînê jî nivîsa talîmatê ji girtîgehên ku siyasetmedar lê tên ragirtin şandibû. 

Gelek kes wek beşdarbûn tevlî danişînê bûn

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê, Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî Gul Çîftçî, parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û parlamentera Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever, parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî di nav de gelek kes weke beşdarvan tev li danişînê bûn. Li aliyê din gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatiyan jî danişîn şopandin. 

Danişîna ku Demîrtaş û hin siyasetmedarên din bi SEGBÎS’ê tev li bûn de qismekî siyasetmedaran jî amade nebûn. Danişîn bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û hincetan dest pê kir. Serokê dadgehê ragihand ku Ayhan Bîlgen ji bo rakirina tedbîrên kontrola edlî yên derbarê wî de daxwaz kiriye. 

Ji bo biryarê dîrokek din bê diyarkirin

Pişt re serokê dadgehê têkildarî dayîna biryarê wiha got: “Dema temambûna girtekên nivîsandina SEGBÎS’ê û çarçoveya dosyayê û parastin hatin nirxandin tê dîtin ku ev dem wê têre neke, em ê biryarê bidin ku danişîna biryarê taloqî dîrokeke din were kirin. Em ê di vê çarçoveyê de rewşa hemû girtiyan di ber çavan re derbas bikin û ji bo biryara dîrokeke din diyar bikin.”

Ji dozger daxwaza berdevamkirina girtibûnê

Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeş kir, bi hinceta ku delîlên şênber ên gumanbariya sûc a xurt hene, îdiaya “gumana revê” heye û sûc ji sûcên katalog in, xwest biryara berdewamkirina girtina siyasetmedaran bê dayîn. Pişt re ji bo siyasetmedarên girtî têkildarî daxwaza dozger biaxivin, şandeya dadgehê mafê axaftinê da wan. 

 13 siyasetmedar tevlî danişînê nebûn

13 siyasetmedar jî tev li danişînê nebûn. Navên siyasetmedarên tev li danişînê nebûn wiha ne: “Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Zeynap Karaman, Zeynep Olbecî, Ayla Akat Ata, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Alî Urkut, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz.”

Heta saet 15.30’an navber dan danişînê.