“Siyaseta PDK’ê berdewamiya siyaseta AKP’ê ye”
Li Bakurê Kurdistanê her dem rojnamegerên Kurd dibin hedef, heman siyaset li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve jî tê meşandin. Rojnamegerên jin ên li Silêmaniyê daxwaz kirin ku divê rojnameger û azadîxwaz neyên bêdengkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê jî rêgirtina li azadiya fikrên rojnameger û çalakvanan, weke rêgiriya ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike ye. Dagirker li dijî gelê Kurd rêgiriyê dikin lê belê li Başûrê Kurdistanê PDK jî li dijî gelê Kurd rêgiriyê dike û heman siyaseta dijmin dubare dike.
Her çendî zêdetirî 250 rojnameger piştgiriya xwe ji bo rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê diyar kirin, jî hinek rojnameger hene ji ber siyaseta partiyê çapemeniya ku tê de dixebitin bêdeng in. Di demeke wisa de erka rojnamegeran ew e dengê xwe li hemberî bêmafiya li ser rojnamegeran tê kirin bilind bikin. Gelek rojnameger, piştî bûyera 8’ê Hezîranê ya li Bakurê Kurdistanê girtina 16 rojnamegeran daxwaz kirin ku êdî dengê azadîxwaz û rojnamegeran neyê qutkirin.
“Siyaseta PDK’ê berdewamiya siyaseta AKP’ê ye”
Rojnameger Hêvî Salih der barê pêşîlêgirtina azadiya fikrên rojnamegerên li Bakûrê Kurdistanê de diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê tenê rêgirî li rojnameger û çalakvanan nakin, li hemû gelê Kurd ê ku daxwaza mafên xwe dike, dikin û pêşî li azadiya fikir tê girtin wiha got: “Ew siyaseta ku AKP li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, di heman demê de siyaseta PDK’ê ye jî. Ew jî li Başûrê Kurdistanê heman siyasetê dimeşîne, ji ber ew siyaseta PDK dimeşîne berdewamiya siyaseta Erdogan e. Ew metirsiya ku li Bakurê Kurdistanê li dijî azadixwazan heye, heman şêwe li dijî azadîxwazên Başûrê Kurdistanê jî heye. Divê bizanibin azadîxwazên Bakur ji ber mafên xwe yên azadiyê li ber xwe didin lê belê li Başûrê Kurdistanê ji bo çi rê li Kurdan digrin, ji ber Tirkiye di aliyê aborî û siyasî de şikestiye her dem li Başûrê Kurdistanê êrîşan zêde dike û têk diçe. Li Bakur bi riya rêgiriya azadîxwazan dixwaze tola xwe ji ber têkçûnê ji rojnamegeran bigre.”
“Divê rojnameger ji bo mafên xwe bibin yek”
Rojnameger Hêvî Salih der barê girtina rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê de wiha got: “Her çendî rêgirî li azadîxwazan bigrin jî zêdetirî 250 rojnameger piştigriya wan dikin, tenê ew rojnamegerên bê helwest ên ku girêdayî partî û desthilatdariyê ne, medyaya ku tê de kar dikin û ji ber di berjewendiya dagirkeran de siyasetê didin meşandin bêdeng in. Ji ber wê ger rojnamegerek li dijî partî û desthilatdariyê derbikeve pêşî lê tê girtin û heta diçe asta kuştinê weke Zerdeşt Osman, girtiyên Behdînanê û girtina gelek rojnamegerên azadîxwaz piştrast dike ku desthilatdar û hikumet, ên ku weke wan nefikire rê li ber wan digrin bi taybetî li navçeyên di bin desthilatdariya PDK’ê de. Divê li hemberî van bêmafiyan, xwedî heman helwestê bin.”