"Siyaseta dewleta Tirk û Îranê hemane"

Rêxistinên jinan û civaka sivîl bi dirûşma “Hemû mirov azad û di maf û rûmetê de wekhev tên dinê” li ber dêriyê NU ya Qamişloyê li dijî kiryarên dewleta Tirk û Îranê xwepêşandan li dar xistin.

Rêxistinên jinan û civaka sivîl bi dirûşma “Hemû mirov azad û di maf û rûmetê de wekhev tên dinê” li ber dêriyê NU ya Qamişloyê  li dijî kiryarên dewleta Tirk û Îranê xwepêşandan li dar xistin. 
Qamişlo - Li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên ku dewleta Tirk û Îranê dikin, Komeleya Şawîşka , Tevna Jinên Pêşeng, Rêxistina Sara, Rêxistina Aştî û Rêxistina Reng bi dirûşma“Hemû mirov azad û di maf û rûmetê de wekhev tên dinê”  li pêşiya deriyê Netewên Yekbûyî  (NY) xwepêşandan li dar xistin.
"Ji ber ku bi zimanê kurdî axivî, 5 sal hukum lê hatin birîn"
Rêvebera Ofîsa Qanûnî ya Rêxistina Sara Arzo Temo  bal kişand li ser siyastea dewleta tirk û Îranê ku hevbeş e di kiryarên xwe de û wiha pêde çû: “Îro em 5 rêxistinên jin li pêşiya dêriyê Netewên yekbûyî sekinîn ne li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha ji bo kiryarên dewleta Îranê derheqên jina bi navê Zara ku ji bo axaftina wê ji zimanê wê yê dayikê re, 5 salan hukum lê hat birîn. Dewleta Tirk êrîşî herêmên me dikin û di enacamê de zarok , jin û sivîl tên qetilkirin û bûyera herî dawî jî zarokê ku lingê wî hat jêkirin di encama êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me . siyaseta dewleta Tirk û Îranê ji hev dûr nakevin ji ber ku herdu dewlet heman kiryar û heman siyasetê didin meşandin û armanca wan ew e ku kurdayetiyê ji kokê ve hilînin.”
Aroz got ku dewleta îranê dixwaze kudayetiyê îmha bikek û ji bo vê jî jina bi navê Zara bi 5 salan hukum kir û wiha bi dawî kir: “Zara jineke kurd e û sûcê wê ew e ku bi zimanê xwe yê dayikê axivî ye û ji bo vê yekê dewleta Îranê ew xist zindanê de. Çima wiha zimanê kurdî tê qedexekirin û dixwazin kurdîtiyê îmha bikin?. Her mirovek ji me fê wî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, ji bo vê yekê jî em li vir kom bûne da ku em bang li Netewên Yekbûyî bikin û bêjin ku çima heta niha hun bêdeng mane. Em jî wekî rêxistinên jin, vê yekê qebûl nakin û dibêjin ku êdî bese ji binpêkirinên mirovî dreheqê jin, zarok û welatiyên me de”.