‘Siyaseta DAIŞ’ê û ya dewleta Tirk heman in’

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hat dagirkirin jinên Êzidî rastî zext û ferzkirinan tên. Endama Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Helebê Newroz Zado got, “Siyaseta DAIŞ’ê û ya dewleta Tirk heman in.”

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb- Li Efrîna ku di 20’ê Çileya 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve êrişên dagirkeriyê dest pê kir û piştî berxwedaniya 58 rojan a gelê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de hat dagirkirin û rastî her cûre êrişan tê. Di nav pênç salên li ser dagirkirina Efrînê gelek kiryarên dermirovî li dijî jinan hat kirin, êrişa zayendî li zarokan hat kirin, li ser Êzidiyan Misilmantiya bi darê zorê hat ferzkirin.

‘Siyaseta DAIŞ’ê û ya dewleta Tirk heman e’

Endama Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Helebê Newroz Zado derbarê mijarê de axivî û bal kişand zext û êrişên li ser Êzidiyên ku li Efrînê dijîn.

Newroz Zado ya bal kişand êrişên öeteyên DAIŞ’ê yê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî Êzidiyên li Şengalê pêk anî, anî ziman ku siyaseta DAIŞ’ê û ya Tirkiyeyê heman in û wiha pêl da axaftina xwe: “Cîhan bi giştî li hemberî komkujiya sala 2014’an a DAIŞ’ê bêdeng e, guh nedan destdirêjiya li ser jinên Êzidî û ne jî firotina wan a li bazaran. Heta niha jî gelek jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê de ne. Me xwe birêxistin kir û ji bo parastina jinan û mafên wan ên rewa ofîsên taybet ji bo jinên Êzidî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. Gelê me yê li Efrînê maye têkiliya me bi wan re ne bi awayê têrkêr e, ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ye û rastî hemû cureyên binpêkirinan tên. Herî dawî jî bi zorê hewl didin wan bikin Misilman. Gelek jinên Êzidî di girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyan de rastî îşkenceyên hovane tên. Li gorî gelek agahiyan jineke Êzidî di bin îşkenceyê de li girtîgehek çeteyan hatiye qetilkirin.”

Sê mehan li girtîgehê rastî îşkenceyê hat

Edol Sefer a 63 salî ya  ji gundê Qîbarê yê kantona Efrînê, der barê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyan li dijî jinên Êzidî ya li Efrînê de wiha dibêje: “Dema dewleta Tirk Efrîn dagir kir em derketin çiyayên Xewnan û bombe li ser me hat reşandin. Ew kêlî gelek tirs bûn me hewl da canê xwe xilas bikin. Hemû kes xwe xilas dikir, wesayît bi lez diçûn alîkariya tu kesê nedikirin. Hemûyan dil û canê xwe li Efrînê hiştibûn, em çûn kantona Şehbayê piştre jî çûn bajarê Qamişlo. Piştî ku ez demek min serdana keça xwe ya li Şehbayê kir ku ji dema dagirkirina Efrînê ve agahiya me ji hev nemabû. Ez wê demê ber bi Cerablûsê ve çûm, min rê û bajaran nas nedikir. Du rojan em li wir man piştre em çûn Ezazê û Şehba. Di rê de çeteyan hemû jin girtin û birin girtîgeha Ezazê, em rastî hemû cureyên îşkenceyê hatin. Bi awayê hovane li me dan û bi kehrebê îşkence kirin, neynûkên me kişandin em kirin nava dolaban, saetên dirêj bi me re diaxivîn. Ji ber ku em hemû di avahiyekê de bûn me didît çawa xwîn ji odeyên mêran diherike.”

‘Ji ber ku Êzidî bûm gef li min dixwarin’

Edol Sefer der barê îşkenceyên ku dîtiyê de wiha dibêje: “Ji me re digotin biryar heye, ji ber ku ez Êzidî bûm her roj gef li min dixwarin digotin em ê te bikujin. Min digot min tiştek nekiriye. Piştî 22 rojan ez birim dadgehê dîsa li wir îşkence li min kirin û ava germ bi ser rûyê min de rijandin. Min û gelek jinên girtî yên din birin girtîgeha Marrî li wir min jinek û du keçên wê nas kirin, ji min re gotin hişyar be ji her gotinek te hesap tê pirsîn.”

Edol Sefer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema girtina min de meha Remezanê bû, ew bi zorê ji jinên Êzidî re rojî dida girtin. Min digot ez jineke Êzidî Zerdeştî me merasîmên me yên rojî û nimêjê cuda ne lê her ku diçû îşkenceya xwe zêde dikirin, gef li min dixwarin digotin ger hûn gotinên me bi cih neynîn, em ê te bikujin. Ji wan re biryar hatibû dayîn ku rojane 10 kesan bikujin.”

‘Girtîgehên çeteyan tijî jin in’

Edol Sefer di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Her dem digotin Êzidî kafir in. Tenê ji ber ku ez Êzidî bûm her îşkenceyên hovane li min kirin. Piştî demekê zarokên min cihê min hîn bûn, piştî 3 mehan ji îşkenceyan pereyê zêde dan û ez ji destên wan rizgar kirim. Gelek jinên Kurd û Êzidî ji hemû herêmên Efrînê di girtîngehê de bûn, dema ez derketim çûm Tirbe Spiyê, ji ber ku ez nikaribûm dûrî Efrînê bijîm ji ber ku nêzî Efrînê ye lewma ez hatim Şehbayê.”

Edol Sefer herî dawî bang li rêxistinên mirovî û mafan kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li Efrînê bi erka xwe rabin û got ku divê çete ji Efrînê werin derxistin û axa wan rizgar bibe.