Li dijî dagirkeriyê hebûna xwe bi hunerê diparêze

Siyan Nebo ya ji Efrînê ku bi çavên xwe yê zarok bû şahidê dagirkeriyê bi stran û mewalan çanda xwe diparêze. Siyan Nebo dibêje: "Ez bê stran û huner nikarim bijîm, ji ber ku hebûna xwe tê de dibînim."

HESNA MIHEMED

Şehba - Ruxmî temenê xwe yê biçûk jî dîsa dengbêjiyê di nava civaka xwe de dike. Siyan Nebo ya 16 salî û xwendekar, bi stranan mewalan parastina çandê dike. Siyan bi dengê xwe yê zelal û nazik dikeve dilê mirov. Bi riya stranan êş, azar û berxwedana gelê xwe di ya dirêjahiya dîrokê de tîne ziman. Siyan Nebo ya ji Efrînê ku piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk tevî malbata xwe neçar ma koçî herema Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, jiyana xwe ya hunerî û girêdana wê ya pê re kir.

‘Dixwazim çandê bi dengê xwe zindî bihêlim’

Siyan Nebo di destpêka gotinên xwe de qala meraqa xwe ya ji bo hunerê bi taybetî stranbêjiyê kir û got: "Ez ji temenê xwe yê 4 salî ve stranan dibêjim, yanî meraqa min ji zaroktiyê ve dest pê kir. Di 7 saliya xwe de beşdarî koma stranan a zarokan bi navê “Çivîkên Zerdeşt” bûm û min pê meraqa xwe ya stranbêjiyê bi pêş xist. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk li ser Efrînê em neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê em penaber bûn. Heya ku me koma xwe ji nû ve bi rêxistin kir û dest bi xebatên xwe kir gelek dem derbas bû. Me perwerdeyên xwe li ser dengbêjiyê xurtir kir, ji bo ku bi dengê xweş em derkevin pêşberî gel. Piştî rêxistinbûna me li Şehbayê em beşdarî festîval û cejnên ku dihatin lidarxistin, dibûn. Li kêleka dengbêjiyê meyla min ji lêdana gîtarê re jî heye. Ez dixwazim hunera Kurdî bi riya dengê xwe zindî bihêlim di nava civakê de. Malbata min piştgirî dan min ji bo xwe bi pêş bixim. Bi saya wan ez îro derdikevim pêşberî gel. Min hêza xwe ji dayik û bavê xwe girt. Dema ku ez moralê civakê baş dibînim heycan bi min digre ez hewl didim stanên xweş ji wan bistirim."

Mewal dîroka Kurda tîne ziman

Siyan Nebo diyar kir ku stranbêjî yek ji çanda civaka Kurdan e ku bi riya stran û mewalan êş û elemên xwe radighînin û ev tişt anî ziman: "Wekî ku mirov bê av nikare bijî, ez jî bê stran û huner nikarim bijîm. Ez hebûna xwe di dengbêjiyê de îsbat dikim. Mirov dikare bi riya hunerê hest û stranan xwe bîne ziman. Di hunerê de şano, govend û stran hene. Ez di beşa stranan de dikarim hestên xwe îfade bikim. Wekî ku tê zanîn dengbêjî çanda Kurdan e ku ji dapîr û bapîrên me ve navdar e. Bi riya dengbêjiyê ji dîrokê ve heya îro qehremanî, berxwedan, tekoşîn, êş û azarên gelê Kurd hatine pênasekirin. Dengbêjî li gel min pîroz e û hezkirina min jê re bêdawî ye. Ez stranên gelêrî, şoreşgerî û evînî dibêjim, li kêleka wan mewalên ku dîroka Kurdan tînin ziman jî dibêjim."

‘Em pêşeroja civaka xwe ne’

Siyan Nebo bang li tevahî ciwanan bi taybetî jinên ciwan ên di nava civakê de kir ku xwedî li çand û hunera xwe derkevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê her ferdek ji civakê xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkeve, her wiha xwedî li kurdîtî û hebûna xwe derkeve. Banga min ji her ciwanê re bi taybetî jinên ciwan re ew e ku cihê xwe di vê şoreşê de bi riya pênûs, huner, çek û çanda xwe bigrin û xwe bi pêş bixin. Em pêşeroja civaka xwe ne û em ê wê ji qirkirin û wêraniyê biparêzin. Divê em atengiyên jiyanî derbas bikin û xwedî li meraqên xwe derkevin."