Sîstema tenduristiyê ya Îranê bi krîza hemşîreyan re rû bi rû ye
Li Îranê kêmbûna hemşîreyan gihîştiye asteke metirsîdar. Ji ber şert û mercên xebatê yên giran, mûçeyên kêm û koçberiyê bi hezaran hemşîreyan dev ji kar berdane.
Navenda Nûçeyan – Kêmbûna hemşîreyan di sîstema tenduristiyê ya Îranê de her ku diçe mezintir dibe û bandorê li ser xizmetên tenduristiyê dike. Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Berpirsiyarê Hemşîretiyê, Ebas Ebadî, ragihand ku li seranserê welêt kêmbûna nêzîkî 100 hezar hemşîreyan heye.
Tevî ku Wezaretê destûr xwestiye ku 60 hezar karmendên nû bigire jî, hate diyarkirin ku ev pozîsyon dê di navbera komên pîşeyî yên cûda de werin dabeşkirin û ne hemî ji bo hemşîreyan in.
Îstifa, koçberî û teqawîtbûn zêde dibin
Li gorî daneyên fermî, bi hezaran hemşîreyan di nava demeke kurt de jîngeha xwe ya xebatê guhertine an jî dev ji pîşeyê berdane:
*3 hezar hemşîre ji kar derketine.
*1 hezar û 800 kes bi temamî karên xwe berdane.
*800 kes îstifa kirine.
*380 hemşîre koçî derveyî welêt kirine.
*1 hezar û 600 hemşîre jî teqawît bûne.
Şert û mercên giran
Kêmasiya xebatkarên tenduristiyê dibe sedema pirsgirêkên mezin ên wekî zêdedemjimêrên mecbûrî, şiftên dirêj û derengketina mûçeyan li nexweşxaneyan. Hemşîreyên li navendên tenduristiyê dixebitin diyar dikin ku ew demjimêrên dirêj bêyî ku mûçeya tevahî werbigirin dixebitin.
Ev zehmetiyên darayî gelek hemşîreyan neçar dikin ku karên duyemîn bikin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî hişyar dikin ku xebitandina di karekî duyemîn de bandoreke neyînî li ser hêza laşî ya hemşîreyan û kalîteya xizmetên tenduristiyê dike.
Bandora pandemî û şeran li ser pîşeyê
Tê destnîşankirin ku kêmbûna hemşîreyan, nemaze di demên krîzê de yên mîna pandemiya Covid-19 û şerên dawî de, bêtir derketiye holê. Di van serdeman de, hemşîre ne tenê bi şert û mercên xebatê yên dijwar re, lê di heman demê de bi gefên li ser ewlehiya xwe û zextên psîkolojîk re jî rû bi rû mane.
Rayedarên Wezareta Tenduristiyê diyar dikin ku pirsgirêka sereke ne tenê kêmbûna hejmara mezûnan e, belkî pirsgirêk di peydakirin, ragirtin û belavkirina wekhev a personelan de ye. Pispor hişyar dikin ku eger ev rewş berdewam bike, barê karê hemşîreyan dê hîn zêdetir bibe û di pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên nû derkevin holê.