‘Sîstema konferalîzma demokratîk riya azadiya jinan e’

Jinên kantona Minbicê li ser giringiya sîstema konferalîzma demokratîk a jinan nêrînên xwe anîn ser ziman û diyarkirin ku divê hemû jinên cîhanê xwedî heman helwestê bin û dubarekirina komkujiyên sedsala 21’ê qebûl nekin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Jinên kantona Minbicê, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser giringiya Sîstema konferalîzma demokratîka jinan nêrînên xwe anîn ser ziman û teqez kirin çareseriya ji krîzên ku cîhan lê derbas dibe û herî zêde jin jê bandor dibe, avakirina sîstema konfedralîzma demokratîk a jinan e û xurtkirina berxwedana wan di hemû waran de ye. Her wiha destnîşan kirin ku divê hemû jinên cîhanê xwedî heman helwestê bin û dubarekirina komkujiyan û qirkirinê di sedsala 21’ê de qebûl nekin

‘Jin jiyan azadî qêrîn û daxwaza jinên cîhanê ye’

Endama Komîteya Têkiliyan a Encumena Jinên Sûriyeyê ya kantona Minbicê Neqşiye Xelîl got: "Her dem di şer û krîzan de jin û zarok herî zêde berdêlan didin. Ji ber ku jin rehên civakê ne, her dem desthilatdar û rêxistinên terorî wan armanc digrin û bi vê yekê civakê hemî tune dikin lê jin her dem parastina xwe dikin."

Der barê şerên ku kapîtalîzm derdixe û jinan di asta yekem de dike armanc de jî got: "Ev sîstem rastiya jinan têk dibe ji ber ku hewl dide wan ber bi moda, teşe û her tiştê ji derve re mijûl bike. Ji bo ku bibin kesên ku di ser û dilê wan de tiştek tune ye, vala û bê cewher bin. Ev wêneyê ku kapîtalîzmê ji jinan re çêkiriye bi riya wê hewl dide civak û gelan bixe bin bandora xwe û wan tune bike. Rewşa ku niha jin tê de ne, ji ber şer û krîzan çi li Sûriyeyê, çi li Filistîn û Sûdanê çi jî li Yemenê, mirov nikare hema wisa jê xilas bibe. Divê zanebûn baweriya bi nefsa xwe û xurtkirina îradeya jinan hebe. Ev aliyên manewî xweşikbûna rast a jinan didin diyarkirin."

Der barê çareseriyên berdêlên kapîtalîzmê de jî Neqşiye Xelîl got: "Eger em li dîrokê vegerin em ê bibînin jiyana hevbeş yekitiya pêkhateyan û hevgirtina civakî weke hêzeke mezin e lê ji bo hevgirtina civakî têk bibin fitneyên mezhebî neteweyî û nijadî derxistin. Tevî vê jî jina dayik dûrî van cudakariyan hemû bû, bi îradeya xwe dikaribû careke din vê hevgirtinê ava bike."

Neqşiye Xelîl, şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anî û wiha berdewam kir: "Di şoreşê de jinan gelek tiştên ku haya wan jê tunebû nas kirin. Mînak qeydên ku nedihiştin jin nerîna xwe bibêjin. Ev destpêkirin bû ji bo jinan. Ev şoreş dê ne di sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê de be. Jin hewl didin vê têkoşînê li ser asta cîhanî bi pêş bixin, ev jî dê bi riya hevgirtina hemû jinan bi hev re be. Her wiha bi riya vegerandina hevgirtina civakî di navbera gelan û girtina bi adetên pêşketî de ye."

Jin bi zanebûn û îradeya xwe planên kapîtalîzmê têk dibin

Seroka Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê  Zehîde Ishaq got: "Tişta cîhan di dema niha de tê re derbas dibe rewşên şerê cîhanê yê sêyemîn e, di qadên siyasî û navneteweyî de nehatiye ragihandin lê şerên leşkerî yên niha li ber guhan dixin ku şerekî cîhanî sêyemîn li dijî jinên ciwan û civakê heye."

Her wiha piştgiriya xwe bi banga PAJK'ê û KJK'ê re anî ziman û wiha berdewam kir: "Em piştgiriyê didin banga jinên Kurd ku bi zanabûn û parastina xwe dikin. Divê parastin ne takekesî be, bi awayê rêxistinî be, ne li dijî şerên leşkerî tenê be. Li dijî şerê taybet ku jinan di asta yekemîn de hedef digre be, tişta din jî divê jin qebûl nekin, milkên kesê bin.

Her wiha behsa pêşîdîtina Rêber Abdullah Ocalan a der barê sedsala 21'ê de kir û wiha got: "Rêber Ocalan bi riya pêşîdîtina xwe ji tişta li cîhanê çêdibe û tişta ku desthilatdariya kapîtalîzmê dike dît ku sedsala 21'ê dê gelek şer çêbibin û jin werin hedefgirtin. Ji ber wê banga şoreşa jinan hat kirin. Jinan di dema niha de encama desthilatdariya beriya 5 hezar salan li dijî wan girîngiya xwe û îradeya xwe nas kirine. Jinên Kurd bi riya têkoşîna xwe ya 50 salan şoreşê neqişandin û hêza xwe jê girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer li dijî komên terorîst dewletên dagirker hatine kirin, zagon û perspektîfên  mafên jinan û azadiya wan misoger dikin hene. Ev e tişta ku Rêber Abdullah Ocalan gotibû dê sedsala niha sedsala azadiya jinan be."

Zehîde Ishaq got: "Heta hemû jinên cîhanê azad nebin, jin azad nabin, bi vê armancê PAJK û KJK'ê girîngiya avakirina konfederalîzma demokratîk ku hemû jinên cîhanê digre nava xwe anîn ziman. Ji bo yekitî û konfederalîzma demokratîk divê em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên Kurdistanê ji têkoşînê têr nebin ji ber ku sekin tê wateya vegerê ji ber wê divê em têkoşîna xwe li ser asta cîhanî bilind bikin.

‘Konfedralîzma demokratîk a jinan dê helwesta jinan bike yek’

Hevseroka rêxistinên civaka demokratîk a kantona Minbicê Muna El-Xelef der barê rastiya jinên Ereb li Rojhilata Navîn got: "Di sîstemên desthilatdar ên ku heta niha li dewletên Ereban hene, jinan di çarçoveyeke teng de hiştin, bi navê ol adat û teqalidên kevn lê belê ji bo jin ji vê yekê xilas bibin û mafên xwe bi dest bixin divê baş bizanibin çi li derdora wan dîroka çêdibe. Her wiha divê jin ji tecrubeyên şoreşên jinan ên li cîhanê sûdê bigrin. Mîna serhildana jinan a li Îranê ku piştgiriyeke mezin ji jinên Îranî û cîhanê dît."

Her wiha behsa rola kapîtalîzmê ya di derketina krîzan de kir û wiha got: "Kapîtalîzm van krîzan derdixe ji bo hebûna xwe li Rojhilata Navîn bidomîne. Tirkiyê, Îran, Rûsya û Amerîka li Rojhilata Navîn, qaşo ji bo çareseriyan ji van krîzan re bibîne, xwe bi cih kirine lê belê di rastiyê de ev dewlet bi xwe van krîzan çêdikin. Em niha di rewşeke wisa de ne ku divê hemû jinên cîhanê xwedî heman helwestê bin û dubarekirina komkujiyan û qirkirinê di sedsala 21’ê de qebûl nekin."